Enqere: Amadekarî bo hêrişkirine ser bakûra Suriyê temam bûne

Wezareta berevanîya Tirkiyê ragehand: Tevaya amadekarîyan temam bûne bo hêrişkirine ser deverên bakûra rojhelata Suriyê û supa û hêz û pêdivîyên zêdetir hatîne şandin bo ser sinûr.

K24- Hewlêr

Wezareta berevanîya Tirkiyê ragehand: Tevaya amadekarîyan temam bûne bo hêrişkirine ser deverên bakûra rojhelata Suriyê û supa û hêz û pêdivîyên zêdetir hatîne şandin bo ser sinûr.

Evro, Sêşembîyê, wezareta berevanîya Tirkiyê di daxuyanîyekê de ragehand: Supayê Tirkiyêbi ti awayekê rê bi duristbûna rêreweke teroristî nade li sinûrên xwe.

Hevdem amaje bi wê yekê jî kir, hêz û pêdivîyên serbazîyên zêdetir hatîne şandin bo ser sinûr  bi mebesta desdestpêkirina hêrişa serbazî.

Duhî jî, Donald Tiramp, serokê Emerîka ragehand, supayê welatê wî ji bakura Suriyayê dê xwe vekişîne.

Hêzên Suriya Demokrat (HSD) ragehand: Biryara vekişandin û bê helwêstîya Emerîkayê derbarê hêrişa Tirkiyê xencer weşane li pişta hêzên me.