Supayê Tirkiye: Li Xwakurrkê 9 çekdarên PKKyê hatîne kuştin
Wezareta berevanîya Tirkiyê ragehand, hêzên wê yên çekdar bi hevahengî li gel dezgeha hewalgirîyê şîyane li deverên sinûrî (bakûra Îraqê) 9 çekdarên PPKyê bikujin.
K24- Hewlêr
Wezareta berevanîya Tirkiyê ragehand, hêzên wê yên çekdar bi hevahengî li gel dezgeha hewalgirîyê şîyane li deverên sinûrî (bakûra Îraqê) 9 çekdarên PPKyê bikujin.
Di daxuyannameyekê de, wezareta berevanîya Tirkiyê ragehand: Ew çekdarên PKKyê ji encama burdûmana firokeyên cengîyên Tirkiyê bo ser Xwakurrk û Heftanînê (li bakûra Îraqê) Herêma Kurdistanê hatîne kuştin.
Supayê Tirkiyê ji destpêka ev sal ve, bi awayeke nîve rojane burdûmana pêgeh û baregehên Partîya Karkerên Kurdistanê dike li deverên Sinûrî yên Herêma Kurdistanê yên hev sinûr li gel Trikiyê.
Çavkanî:Anadol