Destên Erdogan hatin azadkirin
Perlemana Tirkiyê, bi piranîya dengan rê didin serokê wî welatî, Receb Teyîb Erdogan dakû supayê bi livîne û hêriş bike û operasyonên serbazî encam bide li Îraq û Suriyê.
K24-Hewlêr
Perlemana Tirkiyê, bi piranîya dengan rê didin serokê wî welatî, Receb Teyîb Erdogan dakû supayê bi livîne û hêriş bike û operasyonên serbazî encam bide li Îraq û Suriyê.
Li gor wê biryarê heya 30ya Oktobera sala 2020 destê Erdova vekirîye bo encamdana hêrişên serbazê bo Suriyê û Îraqê. Ji 2011yê ve her sal di perlemana Tirkiyê de rêdana livandina supayê dihêt nûkirin.
Armanca hêrişa Tirkiyê lêdana rêkxistîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye li deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê û Hêzên YPG û HSD li bakûr û rojhelata Suriyê.
Roja Dûşembîya burî, serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan ragehand: Supayê Tirkiyê dê livîne bo hêrişkirine ser bakûra Sûriyê.
Wezareta derveya Tirkiyê şeva burî ragehand: Tevaya amadekarîyan tema bûne bo hêriş kirine ser bakûra Suriyê.