Lêpirsîn derbarê Bulden û Temellî de hatin destpêkirin
Li dijî her du hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lêpirsîna operasyona Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li dijî her du hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lêpirsîna operasyona Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber daxiyaniyên Hevserokên HDPê Sezaî Temellî û Perwîn Buldanê yên di derbarê operasyona rojhilatê firatê de lêpirsîn da destpêkirin.Serdozgerî her du hevserokên HDPyê bi bangeşekirina terorê û bêrûmetkirina Komara Tirkiyê tohmetbar dike.
Duhî Tirkiyê operasyona leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên şer yên F-16 û topxaneya Tirkiyê dest bi bombebarana gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê kirin.
Çar hevserokên çar partî û rexistinên wekî HDP, DBP, KCD, HDKê bi daxuyaniyeke hevbeş li dijî operasyonê derketibûn û êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê wekî jenosîdkirina Kurdan binavkiribûn.
S. B