NY: 130 kes ji Serê Kaniyê û Girê Sipî derbider bûne
Netewên Yekgirtî radigihîne, ji destpêka êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ve, zêdetir ji 130 hezar kes koçber bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî radigihîne, ji destpêka êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ve, zêdetir ji 130 hezar kes derbider bûne.
Netewên Yekgirtî îro ragihand, ji encama operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê, zêdetir ji 130 hezar kesî ji navçeyên derdora Girê Sipî û Serê Kaniyê derbider bûne.
Nivîsgeha Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Mirovî di daxuyaniyekê de ragihand, li gor raportên rêxistinên mirovî, li naçeyên şer ên bakurê Sûriyê, pêwîstiya 400 hezar kesî bi alîkarî û parastinê hene.
Artêşa Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve dest bi êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û bi tundî her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî bi bombebaran dike, ji encamê jî û sedhezaran kes derboder û koçber bûne.
Peyamnêrê K24ê li bajarokê Til Temir da zanîn, hejmareke mezin ji welatiyên derbider li nava dibistanan hatine bicihkirin, di rewşeke xirap de dimînin û pêwîstiya wan bi gelek pêwîstiyên jiyanê û çareseriyên bijîşkî hene.
S. B