Yekîtiya Ewrûpa: Tirkiye ewleyî û aramiya navçeyê têk da

Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê Tirkiyê şermezar dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê Tirkiyê şermezar dikin, lê firotina çekan bo Tirkiyê qedexe nakin.

Encamnameya Lûtkeya Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de amaje li biryara qedexekirina çekan bo Tirkiyê ya ji aliyê  hin welatên Ewropî ve hate kirin, lê ji civînê biryarek wekî qedexekirina firotina çekan bo Tirkiyê derneket.

Bi hinceta ko ewlekarî û aramiya navçeyê xistiye metirsiye, alîkariyên mirovî asteng kiriye û ziyan da ye sivîlan, Tirkiye hate şermezarkirin.

 

 

C.B