Kanada jî, firotina çekan bo Tirkiye ragirt
Hukimeta Kanada, bi egera Operasyona Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê firotina çek bo Tirkiye ragirt

K24 – Navenda Nûçeyan
Hukimeta Kanada, bi egera Operasyona Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê firotina çek bo Tirkiye ragirt.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Kanada de hatiye, ku firotina çek bo Tirkiye bi egera êrûşa serbazî hemberî rojavayê Kurdistanê hat ragirtin.
Di heman daxuyaniyê de tê ragihandin, ku Kanada bi tundî êrîşa ser rojavayê Kurdistanê protesto dike.
Ligor Kanada, êrîşa Tirkiye helwestek yekalî ya metirsîdar e, ewleyiya herêmê têk dide, rewşa mirovî xerab dike û derfetê dide ji nû ve vejandin a DAIŞê.
Di sala 2018an de Kanada bi derdora 87 milyon dolarên Kanadî çek firotiye Tirkiye.
C.B