Erdogan: Me di van 9 rojan de, dost û dijminên xwe naskirin

Erdogan da zanîn: “Di van 9 rojên şer de, me dostên xwe û dijminên xwe jî, nas kir...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomararê Tirkiyê Rêcep Tayîp Erdogan bi daxûyaniyekê got: “Dema 120 demjimêr temam bûn, û daxwazên wan pêknehat in, ew dê bernameya xwe ya êrişê li ser rojhilatê Firatê (Rojavayê Kurdistanê), berdewam bikin”.

Erdogan da zanîn: “Di van 9 rojên şer de, me dostên xwe û dijminên xwe jî, nas kir.

Herwiha, hin hêzên rejîmê û Rusya hatine xalên sinor, ew dê hevdîtinekê ligel Putîn çêbike û hebûna hêzên wan jî , bigihîne encamekê”.

Girêdayî êrîşa Tirkiye ser rojavayê Kurdistanê, HSD Tirkiye tewanbar dike, ku ligor agirbestê tevnagere. Herweha ji alî xwe ve, medya Tirk dinivîse, ku HSD bi xwe agirbestê têk dide...

 

C.B