Tirkiye pena bo Rûsya dibe bo derkirina YPGyê

Mewlûd Çawîşoglu, wezîrê derve yê Tirkiyê ragehand: Heftîya dahatî di rûniştina Suçî de li gel Rûsya behsa derkirina YPGyê ji Minbic û Kobanê dike.

K24- Hewlêr

Mewlûd Çawîşoglu, wezîrê derve yê Tirkiyê ragehand: Heftîya dahatî di rûniştina Suçî de li gel Rûsya behsa derkirina YPGyê ji Minbic û Kobanê dike.

Di dîdarekê de li gel kenala 7, wezîrê derveyê Tirkiye ragehand, Tirkiye çaverê dike YPG vekişe ji wan deverên hikumeta Suriyê vegerîyaye di nav de.

Ragehand jî, Tirkiye naxwaze yek şervanên YPGyê piştî temambûna dema agirbestê li devera aram bimîne.

Berê jî, Receb Teyîb Erdogan, serok komarê Tirkiyê ragehandibû, ew pirsgirêka artêşa Suriyê li gel Rusyayê çareser dikin.

Herçende agirbesteka pênc rojî di navbera Emerîka û Tirkiyê de li bakura Suriyê hat ragehandin, lê şer û pêkdadan her berdewam e û xalên agirbestê zû hatin pêşêlkirin.

 

Çavkanî Royterz