Hejmareke şaredarên HDPyê hatin desteserkirin
Şaredarê Diyarbekirê yê ji kar hatî dûrxistin Selçûk Mizarakli û Şaredarên HDPyê yên bajarokê Peyas û Bismilê hatin desteserkirin.
K24- Hewlêr
Şaredarê Diyarbekirê yê ji kar hatî dûrxistin Selçûk Mizarakli û Şaredarên HDPyê yên bajarokê Peyas û Bismilê hatin desteserkirin.
Givaş li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam e û Evro danê sipideyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê de, hêzên asayîşê, Şaredarê Diyarbekirê yê ji kar hatî dûrxistin Selçûk Mizarakliyî û şaredara bajarokê Peyasê, Kezîban Yilmazê û Şaradarê Bismilê Orhan Ayazî desteser kirin e.
Berî çend rojan jî şaredarên HDPyê yên Gever, Colemêrg û Nisêbînê hatibûn zindanîkirin û li şûna wan qeyyûm hatibûn danîn.