Enqere dijî peywendîya telefonîya Mezlûm Kobanê û Tiramp bi deng hat

Hikumeta Tirkiye bîrewernameyeke nerazîbûnê da Emerîkayê derbarê peywendîya telefonî di navebera Donald Tiramp û Mezlûm Kobanê, femandeyê giştîyê Hêzên Suriya Demokrat de. Evro, Heynîyê 25/10/2019 wezîrê derveyê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglu bi rojnamevan re ragehandîye, Li ba Enqereyê peywendîkirina Emerîkayê bi Mezlûm Kobnê ve qebûl nîye.

K24- Hewlêr

Got jî: Tirkiyê bêrewernameya girtina wî kesî daye polîsên Interpol û di asta nêvdewletî de hatîne daxwazkirin û Emerîka bi vajîya yasayê peywendîyê li gel girê dide. Ev jî qebûl nîye û me jî bîrewernameya nerazîbûnê gehandîye Emerîkayê.

Wezareta navxweyî ya Tirkiye li 28/10/2018 yê ve navê Mezlûm Kobanê li rêza daxwazkirîyên Tirkiye ye û di lîsta sor de navê wî hatîye belavkirin.

Di çend rojên burî de, Donal Tiramp, serokê Emerîkayê bi rê ya telefonê ve peywendî bi Mezlûm Kobanê ve kir û supasîya wî kir bo hevkarîyên di serkevtina agirbesta Enqere û Waşintunê de.

Hevdem hejmareke kongirêsman ên Emeîkayê daxwaz kirin, Mayik pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê biryar bide, bi vîzedanê bi Mezlûm Kobanî re daku bikare seredana Emerîka bike û ji nêzîk ve rewşa bakûra Kurdistanê li gel gengeşe bikin.