Erdogan giliyê Kovara Fransî Le Poînt dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan giliyê Kovara Fransî - Le Poînt, li dadgehê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan giliyê  Kovara Fransî - Le Poîntê, li dadgehê kir.

Parêzerê Serokomarê Tirkiyê eşkere dike: Wan bi tometa Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoganî bêrûmet kiriye, giliyê Kovara Fransî - Le Poîntê, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kirin e.

Kovara Le Poîntê, di hejmara xwe ya duhî de gotibû qirkirina nîjadî rêbaza Erdogan e û Erdogan kesek tineker e. Gelo ew dê rê bidin Erdogan Kurdan jenosîd bike û gef li Ewropayê bixwe?

Di medya Ewrûpayî de rexneyên berfereh li siyaseta Tirkiye beramberî Kurdan û êrîşa Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê tê kirin. Gele ji rojname, radio TVyan sekna Tirkiye beramberî Kurd, seknek qirkirinê binav dikin.

 

 

C.B