Akar: Rêkeftina Rûsî – Tirkî bi awayekî asayî birêve diçe

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar radigihîne, rêkeftina Rûsî – Tirkî ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de bi awayekî asayî birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar radigihîne, rêkeftina Rûsî – Tirkî ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de bi awayekî asayî birêve diçe.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî civîna Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê li Brûkselê ragihand, heyama rêkeftina Rûsî – Tirkî demjimêr 18:00 ji roja 29ê vê mehê bidawî dine û ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin û piştî nirxandina pêşhatan, dê karên pêwîst bikin.

Akar got, di çarçova operasyona wan a leşkerî li Rojavayê Kurdistanê de, ti binpêkirin ji mafê mirovan, bikaranîna çekê kîmawî û kiryarên ne mirovane nehatine kirin.

Roja 22ê Cotmeha 2019an Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî têgihîştineke îmze kiribû, yek ji xalên wê jî ew e ku hêzên HSD/YPGê 30 K.M ji sînor vekişin.

Herwiha piştî vekişîna HSD/YPG jî, Rûsya û Tirkiyê dê gerên hevbeş encam bidin.

 

S. B