Carla del Ponte: Erdogan yasayên navdewletî binpê kirin
Serdozgera berê ya Dadgeha Yasayî ya Cezayên Navdewletî ya Neteweyên Yekgirtî Carla del Ponte got: Kiryarên Erdogan ên li hemberî Kurdan, pêwist e bê ceza nemin in

K24 – Navenda Nûçeyan
Serdozgera berê ya Dadgeha Yasayî ya Cezayên Navdewletî ya Neteweyên Yekgirtî Carla del Ponte got: Kiryarên Erdogan ên li hemberî Kurdan, pêwist e bê ceza nemin in.
Ponte, ji Voice of America (Denge Amerika) û rojnameya Swîsreyî Wochenende re ragihand: Erdogan ji bo ku Kurdan li Surîyê nehêle, plana dagirkeriyê daniye pêşya xwe. Kiryarên kirî, li dijî yasayên navdewletî ne.
Serdozgera Berê Carle Del Ponte got: Piştî ku Amerika xwe ji deverên Kurdî vekêşa, Erdogan dest bi êrîşa ser Kurdan kir.
Ligor daxûyaniya Serdozger: Pêwist e Serokkomarê Tirkiyê were lêpirsîn kirin. Di van êrişên ser zarok û sivîlan de, tewanbar e û dive were siza kirin.
Dozger Ponte, di derbarê Serokê Surîyê Esed de jî, doz vekiribû, lê di encamp a Vetoya Rûsya de, lêpirsîn hatibû betalkirin. Paşê, wê dest ji karê xwe berda.
C.B