Êrîşa li ser Rojava bandoreke neyînî li qada geştiyariyê kiriye
Pisporên geştiyariyê dibêjin piştî êrîşa Tirkiyeyê ya ser Rojavayê Kurdistanê gelek geren geştiyariyê hatibûn betalkirin.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê di demsala payîzê de jî geştiyar berê xwe didin deverên dîrokî, kompaniyên geştiyariyê dibêjin her çiqas rojên dawîn ên geştiyariyê bin jî, geştiyar eleqeyê bo Diyarbekirê nîşan didin. Pisporên geştiyariyê dibêjin piştî êrîşa Tirkiyeyê ya ser Rojavayê Kurdistanê gelek geren geştiyariyê hatibûn betalkirin lê Dîyarbekirê her ku diçe rewş baş dibe lê bandoreke mezin li geştiyariya Mêrdîn û Ruhayê kiriye.
Li Diyarbekirê di demsalên bihar û havînê de geştiyaran bo deverên dîrokî eleqeyeke baş nîşan dan û ji gelek welatan geştiyar bo dîtina berhem û avahiyên dîrokî berê xwe dan Diyarbekir. Ew eleqeya bihar û havînê de xwe nîşan dida di demsala payîzê de jî berdewam e. Her çiqas eleqeya geştiyaran bo Diyarbekir berdewam be jî êrîşa Tirkiyeyê ya ser Rojavayê Kurdistanê bandorke neyînî li ser geştiyariya Bakurê Kurdistanê kiriye. Pisporê Geştiyariyê Dogan şan dibêje bandora neyînî bi piranî li ser Mêrdîn û Rûhayê çêbû û Diyarbekir jî ji vê yeke bibandor bû.
Pisporê geştûguzariyê Dogan Şan ji K24ê re got: "Hefteya ku şer dest pê kir bandoreke mezin li kare me kir. Gelek bernameyên geştê hatin betalkirin. Lê paşê li Diyarbekir dîsa rewş baş bû. Em dibînin ku herî zêde li Mêrdîn û Ruhayê encamên neyînî di qada geştiyariyê de derketin holê."
Bo dîtina deverên dîrokî û berhemên cawaz ên Diyarbekirê jig elek aliyên cîhanê geştiyar berê xwe didin Diyarbekir. Geştiyarên biyanî amaje dikin ku avahiyên dîrokî bandorke mezin li mirovan dikin û mirov dikare li Diyarbekirê di demên dîrokê de derbikeve geştiyariyeke bêhempa.
Geştiyar: "Bi rastî avahî û berhemên dîrokî yên vê derê efsûnî ne. Bandoreke mezin li mirov dike. Ez ji Şîkago ya Emerîkayê hatim vêderê. Min Diyarbekir gelek eciband."
Geştiyar: "Li vê derê em dizanin ku erdhej jî çêbûne lê gelek avahiyên dîrokî karîne ber xwe bidin û xirap nebune. Ev yek jî dide nîşan ku çiqas avahiyên xurt û bibandor in. Wek mînak minareya çar ling hîn jî li ser lingên xwe ye. Ez ji Avustralya hatime û ez keyfxweş bûm ku min ev der dît."
Li gorî daneyên Gerînendehiya Geşt û Guzariyê ya Diyarbekir di 9 mehên pêşî yên 2019ê de 386 hezar û 895 geştiyaran serdana Diyarbekirê kirine û di tevahiya sala 2018ê de jî hijmara geştiyarên ku serdana Diyarbekirê kirine 421 hezar û 38 bûye. Pispor di wê baweriyê de ne ku eger sala 2021 wek sala Zêrzevanê were qebulkirin dê hijmara geştiyaran bo Diyarbekirê salane ji 1 milyonî jî zêdetir bibe.