Nivîskarê Kurd Nûrî Sinir hêjayî xelatê Mirovê Cîhanî hat dîtin

Nivîskarekî Kurdê Bakurê Kurdistanê bi navê Nûrî Sinir ji aliyê Yekitiya Mirovê Cîhanî ve li Viyana ya Paytexa Nemsa hat xelatkirin.

 

K24 – Diyarkir

Nivîskarekî Kurdê Bakurê Kurdistanê bi navê Nûrî Sinir ji aliyê Yekitiya Mirovê Cîhanî ve li Viyana ya Paytexa Nemsa hat xelatkirin. Nûrî Sinir amaje dike ku, ji 50 salan zêdetir e ku di platformên cûda de xizmeta Kurd û Kurdistanê dike û vê xelatê jî li ser navê hemû Kurdan digire.

Nûrî Sinir nivîskar û siyasetmedarekî Kurdê Diyarbekirê ye. Sinir ê ku 67 salî ye 55 salan di nava sazî û rêxistinên Kurd û Kurdistanê de cih girtiye. Sinir dibêje; min li medreseyê dest bi perwerdehiyê kir û min Kurdayetî bi berhemên Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizirî, Melayê Bateyî û Feqê Teyran nas kir. Sinir, di 12 saliya xwe de xwe di nava tevgerên siyasî de dibîne û ji wê rojê ve buye şahidê êş, azar, xemgînî û keyfxweşiyên Kurdan. Sinir, ji ber xebatên xwe yên mirovî hêjayî xelata Mirovê Cîhanî hat dîtin. Di rêwresma dayîna xelatê de Nûnerên Herêma Kurdistanê yên Viyana jî amade dibin.

Nivîskar Nûrî Sinir ji K24ê re got: "Me gelek tişt bi çavên xwe dît in. Min li ser kiriyarên ku zindanê de li hemberî me dihat kirin pirtûkek nivîsand. Ev pirtûk li Avusturyayê  ji aliyê rêveberên Yekitiya Mirovê Cîhanî ve hati xwendin. Min qala nêrîn û cihê mirovê dinê kir ew mirov çiye, kî ye divê li kûderê be. Min derbarê van mijaran de pirtûk nivîsand û wan jî ez hêjayî xelatê dîtim."

Nûrî Sinir ji ber sedemên siyasî 2 zanîngeh nivço hiştine lê kariye Zanîngeha Dîcleyê beşa mamosteyî biqedîne. Sinir, demekê mamostetî kiriye lê ji ber sedemên siyasî ji peywîr hatiye dûrxistin. Wekî bi sedan Kurdan Nûrî Sinir jî para xwe ji êşkenceyên Girtîgeha jimare 5 ya Diyarbekirê girtiye.

Nivîskar Nûrî Sinir dibêje: "Em di heyama derbeya 12'ê Îlonê de hatin girtin. Li Zindana jimare 5 ya Diyarbekirê zilmeke mezin li me hat kirin. Li zindanê mirov ne azad e lê li zindanê felsefeyeke cûda heye. Digotin divê her Kurdek di vê zindanê re derbas bibe. Bernameyeke 24 demjimêrî li ser zilmê amade kiribûn."

Nivîskar Nûrî Sinir amaje dike ku ew bûye şahidê gelek êş û azarên giren yên ku bi serê Kurdan hatine û ji bo ku bikaribe bibe alîkar wekî xwebexş di nava sazî û rêxistinên alîkariyê de cih girtiye. Sinir pirtûkekî bin ava "Ber bi Tarîtiya Êşkenceyê ve" nivîsandiye û tê de qala serpêhatiyên xwe dike lê dibêje; ji ber bîranînên wekî êşkenceya girtîgehê wî ev pirtûk di nava 36 salan de nivîsandiye.

Nivîskar Nûrî Sinir got: "Min nekarî ez di demeke kin de pirtûkê binivîsim, min dest diavêt pênûsê ku wan bûyeran binivîsim lê ji xema min nedikarî binivîsim. Niha jî giriyê min tê. Min derûniya mirovê Kurd ya wê demê nivîsand."

Ev Xelat salê carekê ji bo jin û mêrekî tê dayîn. Îsal Nûrî Sinir û jineke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Hanna Caf hêjayî xelatê hatin dîtin.  Yekitiya Mirovê Cîhanî ji aliyê Kurdekî  Anatoliya Navîn ve li Viyanayê hatiye damezrandin. Armanca yekitiyê ew ku kesên ku ji bo mirovatiyê xwedî ked û xebat in werin xelatkirin.