Gelo li Sûriyê çareseriyeke siyasî ya mayînde nêzîk e?

Li Sûriyê şêrê navxweyî ku di sala 2011an de dest pêkiriye hêj berdewam dike û tevî bi çendîn lûtkeyên girîng hêj jî çareseriyeke mayînde peyda nebûye. Li Tirkiyê li ser vê mijarê konferansek hate sazkirin û serokê hikûmeta damkî ya Sûriyê di konferansê de diyar kir ku ji bo çareseriyeke mayînde du rêyên serke

K24- Enqere

Li Sûriyê şêrê navxweyî ku di sala 2011an de dest pêkiriye hêj berdewam dike û tevî bi çendîn lûtkeyên girîng hêj jî çareseriyeke mayînde peyda nebûye. Li Tirkiyê li ser vê mijarê konferansek hate sazkirin û serokê hikûmeta damkî ya Sûriyê di konferansê de diyar kir ku ji bo çareseriyeke mayînde du rêyên serke

Li Sûriyê ku ev nêzîkê 8 sal zêdetirin şerê nevxweyî didome bi avakirina komiteya yaseya nû, bihêzbûna rejîma Esad, rêkeftinên navbera Tirkiye, Rûsya û Amerîka de û herwiha hevdîtinên Şam HSDê bi navbeynkariya Rûsyayê. Ev hemû geşedan weke ku çareseriya siyasî ya bo Sûriyê êdî kêm mayetê nirxandin

Li ser vê babetê li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya saziya ramanan SETA ya ku nêzî hikûmetê ye panelek hate sazkirin. Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê, endama muxalefeta Sûriyêya komsuyoan destûra nû bo Sûriyê, serokê meclîsa Tirkmenan û serokê Cıvata eşîr û qebileyên Sûriyê beşdarî dê vê panelê de kirin.

Di destpêkê de Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ebdulrehman Mustafa afatinek kir û diyar kir ku li Sûriyê ji bo ku Îstiqra pêk bê û şareseriyeke mayînde du rê hene û pêwîste mafê hemû gelan di yaseya nû ya Sûriyê de bê parastin.

Ebdulrehman Mustefa (serok Hikûmeta Demkî ya Sûriyê) got: Ger rejim bi dilê xwe çareseriya siyasî xwastibûna ev 9 sal in evqas xwîn û wêrankarî çênedibû. Encax bi îradeyake xurt ya civata navneteweyî û fişarên tund yên Rûsyayê bo ser rejîmê dibe ku çareseriyeke siyasî ya mayînd bê avakirin. Kurd beşek ji gelên Sûriyê ne û ji bo Tirkmenan çi bê xwastin ji bo birayên me yê Kurd jî hewceye heman tişt hebe. Çi Kurd, çi Tirkmen û çi Ereb be em dixwazin mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bê parastin.

Endama Konseya Netewî ya Hêzên Muxalif û Şoreşger a Sûriyê(SMDK) bo Lijneya yaseya nû ya Sûriyê Dîma Moussa jî di konferansê de da zanîn ji bo ku li Sûrıyê çareseriyeke mayînde û yasayeke birfireh bê avakirin pêwîste pêşî referandûmek demokratîk bê kirin û rewşeke guncav bê avakirin ku gel biçe ser sindoqan. Moussa Dibêje di rewşa heyî de guherîna yaseyê tu feyde nade.

Dîma Moussa (endama SMDKê ya lijneya Yaseya nû), got: Yaseya nû ya ku tê çêkirin heta ku hemû layenên polîtîk beşdarî vê proseya yaseya nû nebin ev yase bê feyde ye. Ger yase bê nivîsîn pêşî pêwîste referandûmek bê kirin ku ev jî dibe yekem hilbijartineke rast. Piştî bi dehan salan ger bi awayekî demokratîk gel biçe ser sindoqan wê çaxê dê yaseyeke ku hemû aliayn diparêze bê avakirin. Ji bo yaseyeke rast pêwîste pêşî rewşa aloz ya li Sûriyê bê çareserkirin.

Li Sûriyê ji bo ku çareseriyeke mayînde bê avakirin û şer bi temamî bê rawestandin bi pêşengiya Rûsya, Tirkiye,îran,Neteweyên Yekbûyî û bi çendîn welatên Ewropayê lûtkeyên bi navê Cinêv,Astana û Soçî bi dehan caran kom bûne. Li gel vê yekê Lijneya Yaseya nû ya bo Sûriyê jî hatiye avakirin û din ava xebatan de ye. Lê belê heta niha ne aloziyên li Sûriyê bi dawî bûne, ne ji bo Kurdên Sûriyê Statûyek hatiye diyarkirin û ne jî pêşîya penaberbûna bi milyonan xelkê Sûriye û Rojava hatiye girtin.