Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya senatorên Amerîkî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li projeyasaya her du partiyên Komarî û Demokrat ên Amerîkayê kir li ser rêzgirtina li bîranîna operasyona Herêma Aram.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li projeyasaya her du partiyên Komarî û Demokrat ên Amerîkayê kir, ku li ser rêzgirtina li bîranîna operasyona Herêma Aram û hevbeşiya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatiye pêşkêşkirin.

Mesrûr Barzanî di peyamekê de eşkere kir: “Destwerdana mirovî û diyarkirina herêma ne firînê, jiyana gelek kesan ji mirinê rizgar kir, parastina xelkê, ji bo parastina ezmûna demokrasiya me gelek pêwîst bû.” Herwiha destnîşan kir: “Ez spasiya helwesta dostane ya wan heft êndamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê ya ji bo piştevanîkirin û sponsorkirina projeyasayê dikim.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez pêşwazî li projeyasaya her du partiyên Komarî û Demokrat ên Amerîkayê dikim, ku ji aliyê hevalên me yên senator Chris Van Hollen û Marco Rubio ve li ser rêzgirtina li bîranîna operasyona Herêma Aram û hevbeşiya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat pêşkêşkirin.

Herwiha spasiya helwesta dostane ya wan heft êndamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê ya ji bo piştevanîkirin û sponsorkirina projeyasayê dikim, ku ew jî Mike Woltz, Jim Cooper, Chris Stewart, Jason Crow, Dina Dittas, Andy Kim û Don Bacon e.

Destwerdana mirovî û diyarkirina herêma ne firînê, jiyana gelek kesan ji mirinê rizgar kir, parastina xelkê, ji bo parastina ezmûna demokrasiya me gelek pêwîst bû, ku bûye sedema çêbûna dostanî û hevbeşiyeke bihêz û modern di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de. Îro Kurdistan herêmeke aram e di navçeyeke neseqamgîr de.

Dostaniya me li ser bingeha raman û nêrîna hevbeş hatiye avakirin, bi hêviya berdewambûna karkirin û hemahengiya me ligel hevalên me yên li hikûmet û Kongresa Amerîkayê, ji bo bihêztirkirina vê dostaniyê.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê