“Partiyên nû dê bandorê li ser nexşeya siyasî ya Tirkiyê bike”

Akademisyen: Partiyên nû ji bo baş kirina demokrasiyê girîng e.

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê damezrandina partiyên nû, wek pêwistiyeke civakî tê nirxandin û tê çaverê kirin ku Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû û Wezîrê Berê Alî Babacan bi partiyên nû dîsa der bikevin qada siyasete. Çavdêrên siyasî û akademisyen tînin ziman ku partiyên nû ji bo demokrasiyê dê erênî be û bandorên ku bi partiyên nû peyda bibin ji bo K24 nirxandin.

Li Tirkiyê Ahmet Dvûtoglû û Alî Babacan amadekariya ragihandina 2 partiyên nû dikin. Herdû siyasetmedarên ku ji partiya desthilatdar Partiya Dad û Geşepêdanê Ak-Partiyê veqetiyane, gelo dê li ser nexşeya siyaseta Tirkiyeyê bandorên çewa bikin, çavdêrên siyasî ji bo Kurdistan24 nirxandin.

Hiqûqnas û Şîrovekarê Siyasî Vahap Coşkûn, bal kişand ku li Tirkiyeyê xitmandineke siyasî çêbûye û pirsgirêkên aborî, hiqûqî û civakî jî her diçin zêde dibin, loma jî ji bo bipeşketina demokrasiye û peyda kirina çareseriyan pêwistî bi partî û siyasetên nû heye. Coşkûn bal kişand ku hêj damezrandina herdû partiyan nehatiye ragihandin; lê ragihandina wan, dê bandor li ser nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê bike.

Doç. Dr. Vahap Coşkûn ji K24ê re got: "Ez bawer dikim ku gel ji vê rewşê gelek westiyaye. Yanî gel daxaz dike ku siyaseteke normal bikeve meriyete. Bi temamî dema ku em lê dinihêrin, li Tirkiyeyê valahiyeke siyasî jî heye. Heger ku van partiyan wê valahiyê bikaribin tije bikin, bi qadro û bernameya xwe wê valahiyê tije bikin, jixwe ji bo wan îmkaneke mezin heye. Pirsgirêkên Tirkiyeyê di her warî de zêde dibin û em dibînin ku hikumet nikare çareseriyan jî peyda bike. Loma jî derfetekî guncav ji bo wan partiyan heye, lê dê çiqas bikarin bikar bînin ew jî di destên wan de ye."

Alî Bacan yek ji wan damezrenêrê Ak-Partiyê bû û 4 serdeman di Ak-Partiyê de, wezîrtî û cigiriya serokwezirtiya hikumeta Tirkiyeyê kiribû. Babacan wek pisporekî baş yê aborînasî tê zanîn. Ahmet Dvûtooğlû jî wek siyasetmedarekî di rêvebiriyên hikumetê û Ak-Partiyê de peywiran girtibû û di navbera salên 2014-2016'an de seroketiya giştî ya Ak-Partiyê û Serokwezîriya hikumetê kiribû.

Civaknas Prof. Dr. Rustem Erkan jî, balê kişand ku wek her hukumetên demdirêj, ji nav Ak-Partî jî derketina alternatîfîn nû normal e. Erkan dîisa balê kişand ku ji ber her du aktor jî, ji Ak-Partiyêne, dê zêdetir deng jî, ji Akpartiyê bistînin û ev jî dê nexşeyên nû peyda bike. Civaknas Rustem Erkan, şansê Alî Babacan zêdetir dibîne ku ji Kurdan jî deng bistîne.

Prof. Dr. Rustem Erkan  dibêje: "Ak-Partî di hin hilbijartinan de, ji %50 deng wergirtibû, loma jî ji nav Ak-Partiyê derketina alternatifan normal e û girîng e jî. Bi dîtina min Davûtoglû dê zedetir li ser qadroyên berê yê Ak-Partiyê bandor bike, Alî Babacan jî li ser alîgir û bereyeke firehtir ya civakê bandor bike. Lê herdû jî dê bandor li ser Ak-Partiyê bikin. Ez ji bo dengdarên heremê, şansê Babacan zêdetir dibînim, ji ber ku ew dikare vîzyoneke nû jî pêşkêş bike. Lê tişta herî girîng dê naveroka bernameya wan be."

Şirovekarên siyasî, pêşbînî dikin ku bi ragihandina partiyên nû re, dê tifaq û bereyên nû der bikevin holê û ev jî nexşeyeke nûjen di siyaseta Tirkiyeyê de peyda bike.