Kevirên bircên Diyarbekir tên dizîn
Bang tê kirin ku li hember kesên ku keviran didizin kiryarên yasayî dest pê bikin.
K24 – Diyarbekir
Bircên Diyarbekir ên ku ketina mîrata lîsteya çandî ya UNESCOyê kevirên reş ên bazalt hatiye avakirin ji ber bêxwedîtiyê her ku diçe beşek ji xwe winda dike. Niha jî ev bircên dîrokî bi dizîna keviran di rojevê de ye. Bang tê kirin ku li hember kesên ku keviran didizin kiryarên yasayî dest pê bikin.
Bircên Diyarbekir ên ku bi hezaran sal in ber xwe dane û gihîştine roja me ji ber bêxwedîtî û bêxemiyê an diruxe an jî dibe qurbaniya berjewendiyên bazirganiyê ku kevirên reş ên ku wek bazalt tên binavkirin tên dizîn. Di gelek beşên bircên dîrokî de dîwar hatine qewartin û kevir ji cihên wan hatine derxistin. Akademîsyenê Beşa Erdnîgariyê yê Zamkoya Dîcle Profesor Azîz Yagan amaje dike ji ber ku birc baş nayên parastin bi awayeke hêsan kesên bixwazin keviran ji cihê wan derdixin.
Profesor Azîz ji K24ê re got: "Li gorî yasaya parastina berhemên çandî û dîrokî yên jimare 65. 9. û 4. bikaranîna berhemên dîrokî tawan e. Her wiha kesên ku bibînin kevir tên hilkirin û gilî nekin jî divê bên sizadan. Ev siza jî ji 6 mehan dest pê dike heta 2 salan diçe. Birc baş nayên parastin. Divê em bipirsin. Gelo çawa evqas bi hêsanî tên van kevirên giran hil dikin û dibin. Çawa evqas bi hêsanî yasa tê binpêkirin."
Bircên Diyarbekir ên ku di cîhanê de navdar in di dema şerê xendeqan de rastî zirarên mezin hatibû û piştî ziyana dema şer niha jî rastî dizîna keviran tê. Aktîvîst Zekî Kanay dibêje ji berê de di çarçoveya pergala zirardayîna dîrok û çanda Kurdan de her dem bircên Diyarbekir buye hedefa xêrnexwazên Diyarbekir.
Zekî Kanay dibêje: "Ev ne pirsgirêka îro ye. Qasî ku ez dizanim ji sala 1932ê ve birc tên ruxandin. Keviran jî ji cihê wan hil dikin û dibin difiroşin. Min bi çavê xwe dît. Di hewşa Zankoya Dîcleyê de jibermayîyên şerê xendeqan binax dikirin û heba keviran jî bi lîreyekî difiroştin."
Akademîsyen hişyariyê didin ku ji saziyên fermî ên dewletê heta welatiyan divê hişmendiyek hevpar a parastina nirxên çandî û dîrokî were avakirin. Ev yek jî ji dibistanan dest pê dike divê nifşên nû werin hişyarkirin û hêzên ewlekariyê jî çavdêriyek xurttir bikin da ku ti kes nekare bi hêsanî keviran ji cihên hil bike.