Şaredariya Stenbolê cara yekem dest bi fêrkirina zimanê Kurdî dike

Ji bo vê ragihand 2 mamsoteyên Kurdî dê wezîfedar bikin.

K24 – Stenbol

Şaredariya Stenbolê cara yekem dê dest bi perwerdehiya fêrkirina zimanê Kurdî bike û ji bo vê ragihand 2 mamsoteyên Kurdî dê wezîfedar bikin. Mamosteyên Kurdî dibêjin bo destpêkê ev xebateke girîng e lê ji bo Kurdên ku hejmara wan li Stenbolê bi milyonan e têrî nake divê hejmara perwerdekarên Kurdî werin zêdetir kirin.

Li Stenbolê cara yekem şaredariya bajêr wê dest bi perwerdehiya bi zimanê Kurdî bike. Ji bo fêrkirina zimanê Kurdî 2 kesên werin hilbijartin, ku divên ew derçûyên beşa wêje û zimanê Kurdî bin.

Ulaş Korkutê ji beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî derçû ye dibêje, di bernameya şaredariyê de bicîhkirina zimanê Kurdî gelek girîng e lê ji bo bajarek wek Stenbol ku li cîhanê herî zêde Kurd lê dijîn ev têrî nake.

Mamosteyê Kurdî Ulaş Korkut ji K24ê re got: Di pratîkê de wek bajarekî Stenbolê ku ji zêdeyî 5 milyon Kurd lê dijîn 2 perwerdekar ne mimkun e ku bigihîje her aliyan. Lê rayedarên vî karî ji me re gotin 2 cîhên sereke me nîşan da yek li aliyê Anatolya yak jî li aliyê Ewropa ya Stenbolê be. Loma destpêkê 2 kes dê bên şixulandin piştre hejmara perwerdekaran em ê zêdetir bikin.

2 kesên werin erkdarkirin bi Kurmancî dê dersê bide. Kurdên Zaza ku li Stenbolê hejmara wan ji sed hezar kesî dibore, dil dikin ku perwerdehiya bi Zazakî dest pê bike.

Mutlu Canê ku li ser Zazakiya Kurdî master kiriye, wek gaveke destpêk kursa Kurmancî girîng dinirxîne, nebûna kursa Zazakî wek kêmasiyekê dibîne.

Lêkolînerê Xebatên Zazakî Mutlu Can dibêje: Ji bo Kurmancî niha kurs tê vekirin her çiqas kêm be jî divê ev xebata baş were parastin. Lê mixabin di bermaneyê de niha cîh nedane Zazakî ev ji bo Kurdên Zaza xemgîniyek e pêwîst e kursa fêrkirina Zazakî jî di bernameyê de cîh bigire. Ji bo vê her Kurdek her dezgehên Kurd li ser vê meseleye bi rêbazên demokratik reaksiyon nîşan bidin û xebat bikin.

Platforma Heqparêzan ji bo vebûna kursa Kurdî demeke dirêj li gel Serokê CHP û şaredarê Stenbolê hevdîtinan kiribû. Îlyas Buzganê Serokê Platformê amaje kir di meha Sibatê de kursa Kurdî dê dest pê bike û bi hêvî ne ku demên bê zêdetir mamosteyên Kurdî dê bên wergirtin.

Îlyas Buzgan diyar dike: 11 meh me hewl û xîret da ku di kursên şaredariyê de li ser navê zimanê Kurdî hem Kurmancî hem Zazakî bên fêrkirin. Ragihandina 2 kursan gaveke erênî ye lê ev gelek kêm e. Divê Kurdên Stenbolê ji bo vebûna kursa Kurdî zêdetir daxwaz bikin da ku mamosteyên Kurdî jî zêdetir bên erkdarkirin. Heta 2 mehan kursa Kurdî dê vebe.

Piştî Stenbolê, tê çaverêkirin li Îzmîrê ku 3emîn bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye ji hêla şaredariya bajêr ve kursa Kurdî were vekirin.