Koçeke mezin li ber deriyê Tirkiyê ye
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî ji ber şer di hefteyeke dawî de ji zêdeyî 130 hezar kes ji parêzgehaIdlilbê derketin.
K24 – Stenbol
Bajarê Idlîb di van rojan de bûye meydana şerê navbera grûpên cîhadîst û hêzên Rûs û Sûrî. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî ji ber şer di hefteyeke dawî de ji zêdeyî 130 hezar kes ji bajêr derketin. Piraniya wan koçberan jî berê xwe didin ser sînorê Tirkiyê. Lêkolîner û pisporên vî welatî amaje dikin Tirkiye ji koçeke mezin metirsîdar e û koçberên bê jî wê ne li nav xaka xwe li kampên ser sînorê wê bi cîh bike.
Idlîb li Sûriyê kelha dawî ya grûbên çekdarên cîhadîst e ku di van rojan de bûye meydana şerekî mezin. Hêzên rejîma Sûrî û Rûs ji bo têkçûna grûbên çekdar êrîşên xwe zêdetir kirin.
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî di nav hefteyeke dawîn de ji zêdeyî 130 hezar kes ji ber vî şerî bajêr bi cîh hiştin û piraniya wan ber bi sînorên Tirkiyê ve koç kirin.
Ramazan Beyhan ê Serokê Giştî yê Komeleya Mazlûm-Der amaje dike ji ber koçkirina hejmareke zêde ya sivîlan hikûmeta Tirkiye metîrsîdar e, loma wê bi rêya dîplomasî fişar li Rûsya bike da ku dawî li êrîşan bînin.
Serokê Komeleya Mazlûm-Der Ramazan Beyhan ji K24ê re got: “Tirkiye ji bo koçberên wê bên li gel saziyên alîkarî di nav pêwendiyê de ye û hin amadehiyê dike. Projeya Tirkiye ew e ku koçberên ji Idlîbê wê bên li kampên ser sînor wê werin bicîhkirin. Çimkî Tirkiye ji hêla civakî û maddiyatê ve li nav bajarên xwe bo hewandina koçberan xwe hazir hîs nake.”
Zêdetir êrîş li ser bajaroka Maarta El Numan û derûdora wê pêk tên, rêya M5 ku Şam, Haleb û Tirkiyê bi hev ve girê dide ji vir derbas dibe û kesên koç dikin jî di ser vê rê rê diçin. Ugur Yildirimê parêzer û aktîvîst balê dikêşîne ser tesîra şer a li ser sivîlan û dibêje bi berdewamiya şer felaketa mezin a mirovî dê zêdetir be.
Parêzer Ugur Yildirim dibêje: “Metirsiya mezin ew e ku eger borduman berdewam bike hejmara koçberan ji 1 milyonê jî derbas be. Koçberên li seranserê sînorê li konan dimînin, ji ber şertên giran ên zivistanê gelek zehmetiyê dikêşînin. Ev mesele ne ya dewletekî ye ev mijareke navdewletî ye û divê di serî de dewletên mezin, hemû cîhan aîkariya koçberan bike.”
Di nav 8 mehên dawîn de ji zêdeyî 500 hezar kes ji ber şer ji Idlîbê derketin lê bi berdewamiya şer îhtîmaleke mezin hejmara koçberan dê zêdetir be. Sînorê bajêr digîje aliyê Tirkiyê loma di rojeva vî welatî de tê behskirin ku koçeke mezin li ber deriyê Tirkiyê ye.