Necîgirbûna tenduristiya Demîrtaş hat ragihandin
Başak Demîrtaş hevjîna Selahattîn Demîrtaş der barê rewşa tenduristiya hevjîna xwe û proseya darizandina wî de ji Kurdistan24 re axivî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Başak Demîrtaş hevjîna Selahattîn Demîrtaşê hevserokê berê yê HDP ku ji sala 2016an vir de di girtîgehê de ye der barê rewşa tenduristiya hevjîna xwe û proseya darizandina wî de ji Kurdistan24 re axivî.
Başak Demîrtaş diyar kir: Ev mehek e tenduristiya Selahattîn Demîrtaş gelek baş nîn e lêkolînên bijîşkan li ser nexweşiyê didom in. Li Tirkiyê pergala darazê têk çûye û darizandin ne li gor hiqûqê ye û li ser Demîrtaş neheqiyên mezin bi awayeke eşkere tê kirin.
Başak Demîrtaş wiha ji K24ê re axivî: “Beriya 2016an rewşa tenduristiya Selahattîn baş bû min derûniya wî jî baş didît. Lê ev meheke dawî rewşa wî gelek baş nîn e. Ew hewl dide xwe baş nîşanî me bide lê tiştê ez dibînim û hîs dikim ew e ku ne baş e. Lêkolînên der barê nexweşiya tenduristiya Selahattîn de berdewam dikin. Hêj navê nexweşiyê nehatiye danîn. Bijîşkên me hinek kêmasî dîtin. Niha der barê wan kêmasiyan de raporek tê amadekirin. Piştî raporê em ê bi agahiyên berfireh belav bikin. Li Tirkiyê pergala darazê têk çûye. Ev ne tenê bo doza Selahatîn e. Salên berê jî neheqî û binpêkirina hiqûqê hebû lê niha nehiqûqî neheqiyên tên kirin nayên veşartin, li ber çavê herkesî bi awayeke eşkere tên kirin. Lê ev rewş wê wiha nemîne rojekê wê dad û maf dê cibîci bibe. Ji bo vê hêvî û baweriya me jî heye.”