Li Bakurê Kurdistanê metirsiya vayrusa Korona nîne
Xetereya vayrusa koronayê li Bakurê Kurdistanê nîne
K24 – Diyarbekir
Bi vayrusa korona ya ku ji Çînê li cîhanê belav bûbû, dîsa nexeşiyên wek şewbê di rojevê de ye Bijişk amaje dikin ku divê welatî xwe baş biparêzin, eger ji xwe ne ewlebin jî demildest serî li bijişkan bidin. Bijişk hişyariyê didin ku bi pirranî vayrus bi rêya kuxik û bêhnijînê derbasî mirovan dibe.
Vayrusa Korona li Çînê derket holê û li cîhanê jî belav dibe. Bi vayrusa koronayê nexweşiyên wek şewbê jî careke din hatin rojevê. Li Bakurê Kurdistanê jî her çiqas nuçeyên metirsîdar belav bibin jî bijişk amaje dikin ku xetereya vayrusa koronayê li Bakurê Kurdistanê nîne. Bijişk didin zanîn ku li Bakurê Kurdistanê bi pirranî nexweşiya gribal enfeksiyonê tê dîtin û bi rêjeyeke biçuk jî şewba beraza wek îhtîmal dikare peyda bibe. Serokê Beşa Nexweşiyên Sing ê Nexweşxaneya Zankoya Dîcle Profesor Bijişk Abdûrrahman Şenyîgît dibêje xweparastina ji van nexweşiyan jî pêkan e û dermankirin jî hêsan e.
Profesor Abdûrrahman Şenyîgît ji K24ê re got: "Divê em ji cihê qelebalix dûr bikevin. Eger herareta laşe me bilind bibe jî divê em hinek bêhnvedanê bikin. Eger laşe me biêşe û herarreta me bilind bibe û nekeve jî wê demê etqez divê em serî li bijişkê xwe bidin."
Bijişk bang dikin ku niha li Bakurê Kurdistanê rewş ne metirsîdar e û welatiyên ku laşe wan hember nexweşiyan ne berxwedêr bin jî bila ji qelebalixê dûr bikevin, çiqasî derfetê bibînin deste xwe bişûn û rûpûşan li xwe bikin. Pisporê nexweşiyên hundirîn Hasan Tûran amaje dike ku vayrus û şewb ne nexweşiyên nû ne û her di jiyana me de hebun, ya girîng xweparastin e.
Dr. Hasan Tûran dibêje: "Heta beriya mîladê 500 salan jî em dizanin ku vayrusên wisa hene. Vayrus her sal xwe diguherînin û navê wan jî tên guherîn bi şikleke din derdikevin hemberî me. Di dawiya şerê yekem ê cîhanê de şewba Îspanya derketibû û derdora 100 milyonî mirov mirin. Piştî wê jî dermanên antîvîral derketin û heta roja me jî li ser van vayrusan xebat berdewam in. Ya girîng ew e ku mirov bizane xwe biparêze."
Bijîşk hişyariyê didin ku çend beş hene bi teybetî rîska nexweşiyê li ser wan zêdetir e û divê baş werin parastin ku zarokên temenê wan bin 5 salan de, jinên dûcanî û kesên ku temenê wan ji 65 salan zêdetir be divê baş werin parastin.