Bijîşk: Dibe Korona ji Ewropa ve bê Tirkiyê

Welatî jî di vê mijarê de di nava tirsekê de ne.

K24 – Enqere

Veyrosa Koronayê ya li Çînê xwe daye der û ji bo hemû cîhanê weke felekateke nû tê binavkirin li gel welatên Ewropayê li Tirkiyê jî bûye sedema metirsiyê. Herçiqas rayedarên Tirkiyê bibêjin ev veyros nayê Tirkiyê Bijîşlên ku ser vê yekê lokolînan dikin dibêjin li ser welatên Ewropayê egereke zedeye belav bibe Tirkiyê ev veyros. Welatî jî di vê mijarê de di nava tirsekê de ne.

Veyrosa Koronayê ku di 29ê Berfanbara 2019an de de li bajarê Wuhana Welatê Çînê xwe daye der heta niha bûye sedema hezar û 18 kesan li seranserê cîhanê belav dibe û li welatên ewropayê jî rê li ber metirsiyeke mezin vekiriye. Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku bi vê metirsiyê re rû bi rû ye.

Heta niha li Tirkiyê derbarê vê veyrosê de tu nûve an jî amar ne hatine tomarkirin lê belê bijîşkên kul i ser vê veyrosê lêkolînan dikin dibêjin ku eger heye ev veyros li Tirkiyê jî xwe bide der. Bi boçûna bijîşk Mesut Ortatatli ku ev bi mehan e li ser vê veyrosê lêkolînan dike dibêjie ne li ser Çînê li ser welatên Ewropayê egereke zêdeye ku ev veyros derbasî Tirkiyê bibe.

Dr. Mesut Ortatatli ji K24ê re got: “Ya rast veyrosa Koronayê tişteke nû nîne. Di sala 1940î de li ser ajalan hatiye dîtin û di salên 1960î de jî li ser kesan xwe daye der. Ev veyrosa ku niha li ser kesan tê dîtin heman veyrose û dişibe şewbê ji ber vê yekê jî xû biz û nayê tespîtkirin. Li Tirkiyê jî niha şewb heye û her kes nexweş e. Bêgûman li ser welatên Ewropayê dibe ku ev veyros bê Tirkiyê. Ji ber ku yek ji rawestgeha geştyarên ewropî Tirkiye ye û ev veyros li ewropayê jî weke bayê birûskê belav dibe.”

Ligel pisporan welatiyên enqerê jî metirsîdar in ku ev veyros li Tirkiyê belav dibe û dibêjin bergiriyên têna girtin jî têrê nake.

Herçiqas rayedarên Tirkiyê bibêjin kul i Tirkiyê ev veyros nayê dîtin jî beramerî vê yekê di bin banê wezareta tenduristiya Tirkiyê de lijneya lêkolînkirina veyrosa Koronayê ya ku 26 profesoran pêk tê avakiriye. Li gel vê yekê navenda kordînasyon û çaverêkirina veyrosa Koronayê jî disa di bin banê wezareta Tendûristiyê de hatiye avakirin.