Parlamenterê HDP: Nexşerêya me li ser bingeha Kurdistanî û demokrasî dibe

HDP roja yekşemê di 4emîn kongreya xwe ya asayî de hevserok û rêveberên xwe yên dê hilbijêre.

K24 – Stenbol

HDP roja yekşemê di 4emîn kongreya xwe ya asayî de hevserok û rêveberên xwe yên dê hilbijêre. Piştî encamdayîna kongreyê siyaseta heyama bê jî dê dê ragihandin. Huseyîn Kaçmaz Parlamenterê HDP ragihand nexşerêya wan li bakurê Kurdistanê li ser esasa Kurdistanî li metropolên Tirkiyê jî dê li ser tifaqa demokrasiyê be. Parlamenterekî din ê HDP Musa Pîroglu jî rexne li partiya xwe kir û amaje kir HDP ji dengdêrên xwe yên aliyê Rojavayê Tirkiyê dûr ket.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP ku li parlamentoya Tirkiyê wek mezintirîn partiya siyasî ya sêyemîn e û zêdetirîn dengdêrên wê li Bakurê Kurdistanê ye 23ê Sibatê di kongreya xwe ya asayî de hevserok û rêveberên xwe yên nû dê eşkere bike.

HDP xwe wek partiya Tirkiyeyî pênase dike û siyaseta xwe jî di vê çaroveyê de diyar dike. Lê belê ev siyaset carna ji hêla Kurdan carna ji hêla Tirkan ve tê rexnekirin û HDP di nav her du aliyan de wek asê mayî jî tê destnîşankirin.

Musa Pîroglu yê Parlamenterê HDP ê Stenbolê rexneyên heyî rast dibîne û dibêje HDP ji dengdêrên xwe dûr ket, ji bo behskirina kêşeyên Kurdan xwe nekariya bigihîne civaka Tirk da ku li gel wan guftûgo bikira.

Parlamenterê HDP Musa Pîroglu ji K24ê re wiha axivî: “Ji bo piştevaniyê du aliyên sereke yên HDP hene. Aliyekê gelê Kurd e aliyekê wê jî tevgera sosyalîst e. Me kêşeyên gelê li Rojavayê Tirkiyê baş fehm nekir, li ser vê polîtîkayên me kêm ma. Mijara tayînkirina qeyûman û her wekî zextên din me baş ranegihand aliyê rojava. Ev kêmasiyên me ne. Pêwendî û piştevaniya aliyê Kurdan ji me kêm nebû lê em ji aliyê din dûr ketin.”

Di kongreya roja yekşemê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan û kêşeyên din ên sereke nexşerêya HDP wê werin ragihandin.

Huseyin Kaçmaz ê Parlamenterê HDP yê Şirnexê dibêje li bajarên Kurdan tifaqa xwe ya li gel partiyên Kurdistanî xurttir bikin û li Rojavayê Tirkiyê jî di çarçoveya tifaqa demokrasiyê de polîtîkaya xwe wê diyar bikin.

Parlamenter Huseyin Kaçmaz dibêje: “Li Kurdistanê (bakur) em ê li ser esasa tifaqa Kurdistanî, li metropolên Tirkiyê jî li ser tifaqa demokrasi bo tevahiya gelan em ê nexşerêya xwe diyar bikin. Ji bo çareserkirina pirsa Kurd yek rê heye ev jî tifaqa demokrasiyê ye. Ji bo vê divê pêkhateyên din ên civakê û aliyên muxalîf li ser esasa demokrasî li hev bicivin. Eger ev kombûn neçe serî tifaqa faşist her roj wê êrîşî me bike. Weke di dîroka Kurdan de jî hatiye gotin 'Eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek”.

Nexşerêya HDP ya bo heyama bê roja yekşemê piştî hilbijartina hevserokên nû ku zêdetir behsa Perwîn Buldan û Sezaî Temellî yên halîhazir tên kirin ji peyamên hevserokan û kesayetên di kadroya partiyê de ku ji zêdetir Kurdan yan ji Tirkên çepgiran pêk were dê zelaltir be.