Malbatên girtiyan bangê li hikûmeta Tirkiyê dikin

Li gor agahiya ku Komeleya Mafên Mirovan û ya Girtiyan radighînin di nava mehekê de 3 girtiyên Kurd canê xwe ji dest dane.

K24 – Stenbol

Li gor agahiya ku Komeleya Mafên Mirovan û ya Girtiyan radighînin di nava mehekê de 3 girtiyên Kurd canê xwe ji dest dane. Herwiha îşkenceya li ser girtiyan zêde bûye û terîta li dij wan jî berdewam dike. Malbatên girtiyan jî bangê li hikûmeta Tirkiyê dikin da ku ji bo girtiyan gavekê biavêje.

Di nava mehekê de ji aliyê HDP û CHPê ve zêdetirî 6 pêşnûma bo parlamentoyê hatin raber kirin derbarê rewşa girtiyan û işkenceya ku li wan tê kirin. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan jî di 3 mehên dawîn de hejmara serîlêdanên îşkence, tecrît û binêkirina mafê girtiyên siyasî û edlî her zêde bûye. Û di 3 mehên dawîn de jî 76 serîlêdan bo wan çûne. Li gor amarên hatine ragihandin zêdetirî 270 girtî hene ku 5 sal in mabatên xwe nedîtine. Malbatên girtiyan jî dozê dikin ku hikûmet dawî li îşkenceyê bîne û astengiyan li pêşberî mafê herî rewa yê dîtina zarokên xwe dernexe.

Bavê girtiyê bi navê Îdrîs Başaran, Mehmet Emîn Başaran ji K24ê re got: "26 sal in lawikê min di hepsê de ye. Nexweş e û di girtîgeha Bursayê de ye. Navê wî Îdrîs Başaran e. 2 caran ji dilê xwe hatiye emeliyatkirin û nexweşiyên wî zahfin. 210 raporên wî hene ên bijîşkan. Bangawaziya me ji dewletê re ev e van girtiyên me yên nexweş yan tedawî bikin yan jî berdin. Ev însan hemû wê tê de bimirin berpirsiyar jî dewleta Tirkiyê ye."

Dayika Kurd Sebîha Bozan jî dibêje; bi sedan naxweş hene ku bi zanebûn dewlet wan derman nake. Ew bangê li hikûmetê dikin da li gor yaseyên navdewletî xwedî li girtiyan derkeve û çareyekê ji derdê wan re bibîne. Yan na wê hemû di wan girtîgehen de bimirin.

Sebîha Bozan dibêje: "Di zindanan de girtî bi dayik û bavên xwe re nikarin dû gotinan bi Kurdî axaftinê bikin. Hema li ser wan tên girtin. Girtiyên tevahî di zindana de heman tecrît e. Nexweş in derman nabin, nexweş in nabin nexweşxaneyê."

Hevserokê Komeleya Malbatên Girtî TUHAYDERê Husnu Taş jî dibêje, di nava vê mehê sê girtiyên Kurd canê xwe ji dest dane û malbatên girtiyan jî li ber deriyê girtîgehan tazî dikin û dixwazin li wan bigerin. Divê hikûmet dev ji vê rêbaza deryasayî berde û mafê girtiyan yê herî rewa nas bike.

Husnu Taş diyar dike: "Bangawaziya me heye ku di demek nêz de hikûmet gavan biavêje ji bo zindanan. Nêzîkatiya xwe ya bi zindanan bi hiqûqa xwe bi cih bînin."

Di raportên TUİK û Konseya Ewrûpayê yên derbarê girtîgehan de ku di Avrêl û Berfambara sala 2019an de weşandibûn, hatibû destnîşankirin ku li dij girtiyan rêbazên deraqilane tên bikaranîn. Komeleya Mafên Mirovan û ya Malbatên Girtî jî didin zanîn, di 3 salên dawîn e ligel zêdebûna hejmara girtiyan asta îşkence, tecrît û binpêkirina mafên girtiyan 17 qatan zêdetir bûye.