Wezareta Navxweyî biryarên nû derbarê rêgiriya Korona girtin

Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûn a Vayrosa Korona û parastina asayişa tendirustiya herêma Kurdistanê hejmarek biryar derxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûn a Vayrosa Korona û parastina asayişa tendirustiya herêma Kurdistanê hejmarek biryar derxistin.

Di daxuyaniyekê de, ku îmzeya Wezîrê navxweyî yê Hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser e, daxwaz ji welatiyan dike, rênimayiyan liber çavan bigrin, hatinûçûna linav bajaran kêm bikin û heta ku bikarin, hatinûçûnê ji bo bajarên Iraqê nekin.

Derbarê welatiyên navçeyên Kurdistanî jî, bi taybetî parêzgeha Kerkûkê, daxwazê ji welatiyan dike, rênimayên xweparastinê liber çavan bigrin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment