41 sal bi ser koça dawiyê ya Mela Mustefa Barzanî re derbas dibin
Rêberê mezintirîn şoreşên dîrokî yên rizgarîxwaz yên gelê Kurdistanê Mela Mustefa Barzanî ye, di tevahiya temenê xwe de ji daxwaza mafên gel û xebata bo bidestxistina mafên netewî dûr neket, li pişt xwe jî rêbazeke bo daxwazên niştimanî û netewî hîşt û bû nimûneya bilind a maf û daxwazên netewî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêberê mezintirîn şoreşên dîrokî yên rizgarîxwaz yên gelê Kurdistanê, Mela Mustefa Barzanî ye, di tevahiya temenê xwe de ji daxwaza mafên gel û xebata bo bidestxistina mafên netewî dûr neket, li pişt xwe jî rêbazeke bo daxwazên niştimanî û netewî hîşt û bû nimûneya bilind a maf û daxwazên netewî.
Mela Mustefa Barzanî kurê Şêx Mihemed kurê Şêx Ebdulselam Barzanî ye, di 14ê Adara sala 1903an li Barzanî jidayik bû û di temenê sê saliyê de ji piştî êrîşa Osmaniyan li ser navçeya Barzanî, bi diya xwe re neh mehan tê zîndanîkirin.
Şêx Ebdulselam birayê mezin ê Mela Mustefa Barzanî ji ber daxwaza mafên gelê Kurdistanê, ji aliyê artêşa Osmaniyan ve êrîş lê tê kirin û tê girtin û piştre ji ber daxwaza serxwebûna Kurdistanê, di sala 1914an de li Mûsilê tê bidavekirin.
Mela Mustefa Barzanî serkirdatiya şoreşên Barzanê ji salên 1943 û ta 1945an li Başûrê Kurdistanê kir. Di damezirandina Komara Kurdistan de beşdar bû û bû Supasalarê Komara Kurdistan li Mehabad. Piştî şikestina Komarê, di 18ê Hezîrana 1947an de ligel 500 Pêşmerge berê xwe da Yekîtiya Sovyetê, ew jî piştî birîna sînorê Iraq, Îran û Tirkiyê û çendîn rûbirûbûn ligel artêşên wan welatan û rûbara Aras birî û ber bi Sovyetê birê ket.
12 salan ligel hevalên xwe koçber li Yekîtiya Sovyet man. Piştî şoreşa 1958an a Iraqê, vegeriya Başûrê Kurdistanê û ji bo mafên gelê Kurdistanê li 11 Îlona 1961an dest bi Şoreşa Îlonê kir. Di 11ê Adara 1970î û piştî berevaniya çendî salan, Hikûmeta Navendî ya Iraqê neçar kir ku li mafên rewa yên gelê Kurdistanê mikur bê. Bo yekemîn car li otonomiya Kurdistanê mikur hat. Piştî niskoya şoreşa Îlonê, di sala 1975an de ligel sedan hezar Kurdistaniyan de koçberî Îranê bû.
Mustefa Barzanî xwediyê dîtin û rêbazeke şoreşgîran bû, azayetî û bixwebawerî û baweriya bi maf û dadperweriyê û xebata li dijî zordariyê û redkirina jiyana bindestiyê, ji sîmayên diyar ên wî kesayetî bûn. Di riya komek binemayên rast û durist ên Kurdayetî û mirovdostiyê de, bû serkirdeyê rêbazekî Kurdane, ku her dem ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê têdikoşî.
Mustefa Barzanî ji bo çareseriya nexweşiyekê çû Amerîka, hevdem ligel wergirtina çarseriyê, berdewam li medya û navendên biryarê yên Amerîka daxwaza piştevaniyê ji mafên gelê Kurd re dikir. Mela Mustefa Barzanî li 1ê Adara 1979an û di temenê 76 saliyê de li nexweşxaneya Ceorge town li Washingtonê Paytexta Amerîka û piştî xebata zêdetir ji nîvsedekê ji ji bo mafên gelê Kurdistanê koça dawiyê kir.
Di 4ê Adara heman sale de, termê Mustefa Barzanî gihîşt Tehranê Paytexta Îranê û piştre bi helîkopterê bo bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hat veguhastin û ji aliyê sedhezaran kes û koçberên Kurdistana Iraqê û gelê Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêşwazî lê hate kirin û roja 5ê Adarê termê Mustefa Barzanî li Rojhilatê Kurdistanê bi emanet bi xakê hat spartin.
Piştî raperînê û di 6ê Cotmeha sala 1993an, termê Mustefa Barzanî û kurê wî Îdrîs Barzanî ji Rojhlatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê hat vegerandin û li bajar, bajarok û gundên Kurdistanê pêşwaziyeke cemawerî ya mezin lê hate kirin û li Barzanî bi xakê hat spartin.
S. B