Kesên bi biryarnameyên bi hikmê zagonî ji kar hatine dûrxistin daxwaza mafên xwe dikin

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016'an bi hezaran kes bi Biryarnameyên Bi Hikmê Zagonî (KHK) ji karên xwe hatin dûrxistin. Mexdûrên KHKyan li 25 bajaran xwe bi rêsitin kirin û di bin banên platforman de daxwaza vegera li ser kar û mafên xwe dikin. Li Diyarbekirê jî di civînekê de kesên bi KHKyan ji kar hatibûn dûrxistin li hev civîyan û dan zanîn ku, gelek neheqî li wan hatiye kirin û dê bi bi hev re têkoşîna bidestxistina mafên xwe bikin.

K24- Amed

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016'an bi hezaran kes bi Biryarnameyên Bi Hikmê Zagonî (KHK) ji karên xwe hatin dûrxistin. Mexdûrên KHKyan li 25 bajaran xwe bi rêsitin kirin û di bin banên platforman de daxwaza vegera li ser kar û mafên xwe dikin. Li Diyarbekirê jî di civînekê de kesên bi KHKyan ji kar hatibûn dûrxistin li hev civîyan û dan zanîn ku, gelek neheqî li wan hatiye kirin û dê bi bi hev re têkoşîna bidestxistina mafên xwe bikin.

Bi hezaran kesên ku bi Biryarnameyên Bi Hikmê Zagonî ji kar hatine dûrxistin di bin banê "Platforma Mexdûrên KHKyan" de digihin hev û daxwaza vegerîna ser kar û lêvegerandina mafên xwe dikin. Li Diyarbekirê jî bi piştgiriya 13 sazî û rêxistinên parastina mafên mirovan ve civînek hat lidarxistin û siyasetmedar û kesên ku bi KHKyan ji kar hatine dûrxistin li ser rê û rêbazên bidestxistina mafên xwe gotûbêj kirin.  Mehmet Şahîn jî mamoste ye, ew jî bi KHKyan ji kar hatiye dûrxistin. Li gorî nirxandina Mehmet Şahîn, sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd e mexdûrên herî zêde yên KHKyan Kurd in.

Mehmet Şahîn – Mamosta- got:"Her çiqas ev pirsgirêk wekî pirsgirêka biryarnameyên bi hikmê zangî were dîtin jî di bingehê de Pirsgirêka Kurd hene. Em her tim dibêjin; pirsgirêka me ya yekemîn ne vegera ser kar e an jî ne rakirina mexdûriyeta KHKyan e. Em dizanin ku heta li Tirkiyeyê demokrasî serwer nebe û heta ku Pirsgirêka Kurd çareser nebe mexdûriyeta KHKyan ji holê were rakirin jî dê siberojê mexdûriyetên cûdatir çêbibin."

Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an di 20ê Tîrmehê de li seranserê Tirkiye û Bakur Rewşa Awarte hat ragihandin. Di 23ê Tîrmehê de Biryarnameya Bi Hikmê Zagonê ya yekem ku bi jimare667 hat ragihandin û bi vê KHKayê bi sedan sazî û dezgeh hatin girtin. Bi KHKyên berdewam jî bi hezaran kes ji karên xwe hatin dûrxistin û zindanîkirin. Rayedarên Hikûmetê amaje dikin ku, piraniya van kesan li dijî hebûna dewlet û hikûmetê tevgeriyan e lê ji bo ku neheqî li ti kesê neyê kirin li ser her dosyeyê hûrnêrîn tê kirin. Kesên ku ji kar dihatin dûrxistin serî li dadgehan didin. Heta niha tenê li Diyarbekirê nêzî çar hezar kesan dîsa vegeriyane ser karên xwe. Kesên ku bi KHKyan ji kar hatine dûrxistin amaje dikin ku ew gelek mexdûr bûne û ji ber rewşa wan ti kes deriyê kar jî li wan venakin û gelek neheqî li wan hatiye kirin.

Mihemed Şerîf Arslan – Bijîşk- got:"Ez li Zanîngeha Dîcleyê mamoste bûn. Ji beriya 3 salan ez jî bi KHKyan bêsebep ji kar hatim dûrxistin. Min şevekê navê xwe di lîsteyan de dît ku ez ji kar hatime dûrxistin. Em sedema ji kardûrxistina xwe nizanin."

Yusuf Can – Mamosta- got:"Ez di 2016'an de ji kar hatin dûrxistin. Wek sedema jikarderxistina min nanxwarina min li xwaringehekê nîşan didin. Em nikarin bixebitin, qedexe ye."

Di bin banê Serokomariya Tirkiyeyê de Komîsyona Lêkolînê ya Kirariyên Rewşa Awarte hat sazkirin. Ev komîsyon li ser dosyeyên kesên ku bi KHKyan ji kar hatine dûrxistin lêkolînê dike û an biryara vegerandina ser karên wan dide an jî serlêdanên wan red dike. Gelek kes hene ku dibêjin û ew hêdî nikarin li ti cihekî bixebitin û rastî neheqiyeke mezin tên lê di bi pişrtgiriya hev bigihin mafên xwe.