Siberoja peywendiyên Kurd û Rûsan
Li Tirkiyê ji aliyê lêkolîner û nivîskarek Kurd liser pêwendiyên Rûsya û Kurdan ên berê, heta niha lêkolînek berfireh tê kirin.
K24- Enqere
Li Tirkiyê ji aliyê lêkolîner û nivîskarek Kurd liser pêwendiyên Rûsya û Kurdan ên berê, heta niha lêkolînek berfireh tê kirin. Di vê lêkolînê de, wêneyên rêveber û rewşenbîrên Kurd, ku ji aliyê Rûsan we hatine xêzkirin, di arşîvên fermî de hatine derxistin. Li gel vê yekê, lêkolînerê Kurd dibêje, Yekem hevnasîna Rûs û Kurdan di sala 1787an de çêbûye û îro xurtbûn a pêwendiyên Rûs û Kurdan, bi destê Nemir Mela Mistefa Barzanî ve hatiye avakirin û ji çar parçeyên Kurdistanê tenê Mela Mistefa Barzanî, wekî serokê Kurdan bi Rûsan re, pêwendiyên dîplomatîk da ye avakirin.
Ev wêneyên ku hûn dibînin hemû jî ji aliyê wênexêzên Rûsî ve di navbera salên 1787 û 1950an de hatine xêzkirin û hemû jî serok, giregir, rewşenbîrên Kurd û jinên kurd yên êzîdî nîşan dide. Ev wêne bi destê lêkolîner û nivîskarê kurd Firat Sezer ku li Rûsya û welatên berê di bin destê Sovyetê debûye bi lêkolîn û xebatên bi salan li ser pêwendiyên Rûsya û Kurdan ji arşîvên fermî yên Rûsyayê hatine peydakirin.Sezer di encama lêkolînên xwe de dibêje ku pêwendiyên Kurd û Rûsan di destpêka sedsala19an de di warê çand, hûner û folklorîk de çêbûye û piştre qonax bi qonax ber bi pêwendiyên dîplomatîk ve gûr bûne. Lê dibêje yekem car bi ferhengekê Rûs bi Kurdan re hevnasiyê çêdikin.
Firat Sezer - Lêkolîner û Nivîskar – dibêje: Di nav vê ferhengê de nêzîk 200 ziman hene û din ava van de kurmancî jî heye. ev ferheng 1787an de hatiye amadekiirn. Piştî ku destpêk sedsala 19emîn Rûs li Kafkasyayê de cihê xwe xurt dkin têkiliyên xwe jî bi Kurdan re hîn xurt dibe. Em dibînin ku Rus dixwazin ola kurdan, çanda kurdan hîn nas bikin ku têkiliyên xwe xurttir bikin. ji ber vê çendê jî xebatên folklorik destpê dikin, zimannasî destpêdikin û çandî destpêdikin. Di vê deme de li ser wênegeriyê gellek xebat hene heta niha min 150 wêne bi dest xistin ku wênegirên Rûs li ser Kurdan xebat çêkirine
Lêkolînerê Kurdli ser pêwendiyê dîplimatîk yên Kurd û Rûsan jî dibêje herçiqas çendîn serok û rêberên Kurdan hewl dabe ku pêwendiyên bi Rûsan re xurt bikin jî tenê Nemir Mela Mistefa Barzanî bi serketiye ku pêwendiyê dîplomatîk bi Rûsyayê re dane avakirin..
Firat Sezer -Lêkolîner û Nivîskar- got: Di dawiya çarîtiyê de em dibînin ku serok û rewşenbîrên Kurd yên weke Ebdulrezaq Bedirxan, Ebdûldesam Barzanî û Şêx Mehmut Berzencî xastine ku bi Rûsyayê re bikevin têkiliyê û alikariya wan bigrin. Lê tu encam negirtine.Heta ku Mela Mistefa Diçe yekitiya Sovyetê ne pêkane ku em qala pêwendiyên sistematik û dîplomatîk yên navbera Kurd û rûsan de bikin. Pişt ççûyîna Mela Mistefa barzanî em dibînin k udi nav Kurd û Rûsan de têkiliyên Dîplomatîk tê asta herî xurt.
Herwiha Lêkolînerê Kurd ku niha jî li ser pêwendiyên Rûs û Kurdan lêkolînên xwe berfireh dike dibêje îro bi saya hewlên Mela Mistefa Barzanî li başûrê Kurdistanê pêwendiyên xurt bi Rûsan re hene û perçeyên din yên Kurdistanê bi qasî başûr girîng nayên dîtin.
Firat Sezer - Lêkolîner û Nivîskar- got:Ji bilî mela Mustafa tu serokê Kurd, tu revşenbîrê Kurd nekariye bi serokê yekitiya sovyetê û rûsan re pêwendi nedaniye. Rola Mela Mistefa gellek girîng e. Îro hûn biçin Moskovayê, hûnê biçin petersburgêem dikarin bibêjin piraniya Rûsan Mela Mistefa Nasdikin û weke serokê Kurdan bin av dikin. Komên xebatên Kurdên din jî li Moskowê hene lê qasî başûrê Kurdistanê weke muhatab nayên girtin sedema wê jî xabatên Mela Mistefayê Nemir e.
Herwiha lêkolîner û nivîskar Firat Sezer amaje pê dike ku li gel warê sîyasî û dîplomatîk Rûsya niha di qada enerjî, bazirganî û ewlehiyê de jî bi hikûmeta Kurdistanê re di nava pêwendiyên Xurt de yeû radigihîne ger Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe bikevin nava hewildanekê Rûsya jî dê piştgiriyê bide Kurdan.