Hesen Remzî: Baştirîn rêgirî hember planên dijî rojavayê Kurdistanê, yekhelwestiya Kurd e
Ligor Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî, metirsiya liser rojavayê Kurdistanê jî heye û tevgera Kurd dive bilez hevsengî û yekhelwestiya xwe pêkbîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî ji K24 re diyarkir, ku: “Li Moskow di navbeyna Putin û Erdogan de çi derencam derkevin jî, alî liser erdê ji hevûdu gelek dûr in. Tirkiye dixwaze, rejîma Sûriye vegere rewşa xwe ya berî Operasyona Idlibê, ku ligel Rûsya destpê kirî, Rûsya ji aliyê xwe diyra dike, ku liser erdê guherînên mezin pêkhatin e û lihevhatin jî, dive ligor van rastiyln liser erdê bin. Herweha Moskow bi tu awayî sere dijî terorê ji ajendaya xwe dernaxe”.
Hesen Remzî herweha anî ziman, ku: “Pêwistiya her du welatan ji hevûdu heye. Pêgeha Tirkiye, ji Rûsya re girîng e. Ji alî siyasî, aborî, geştyarî û coxrafya ve jî. Pêwendiyel dîrokî di navbeyna her du welatan de heye. Di hevdîtinên xwe de, her dê bijardeya lihevhatin û têgihiştinê bidin pêş, lê liser erdê Rûsya dixwaze kontrola rejîma Şamê berfereh bike. Taybet jî parêzgeha Idlibê. Ji erdê, deryayî û esmanî ve jî alîkariya hukimeta Sûriye dike. Bawerim dê rêkeftina siyasî bijardeya sereke ya aliyan be”.
Ligor Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî, metirsiya liser rojavayê Kurdistanê jî heye û tevgera Kurd dive bilez hevsengî û yekhelwestiya xwe pêkbîn e. Mezintirîn rêgirî lipêş planên dijî rojavayaê Kurdistanê yekhelwestiya tevgera rojavayê Kurdistanê ye. Gerek bilez yekhelwestê ya Kurd pêk were, ku dikare bibe binemayek ewleyiyê li rojavayê Kurdistanê û rêgirî jî, li ber planên hemberî rojavayê Kurdistanê”.