Dr. Fikret Yildiz: Xweparastin ji bo rêgiriya Vayrosa Korona gelek giring e

Pisporê nexweşiyên vegirtinê Dr. Fikret Yildiz ji K24 re diyarkir, ku: “Baştirîn xweparêzî ji tûşbûna Vayrosa Korona paqijî ye, hijiyen e...

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporê nexweşiyên vegirtinê Dr. Fikret Yildiz ji K24 re diyarkir, ku: “Baştirîn xweparêzî ji tûşbûna Vayrosa Korona paqijî ye, hijiyen e. Mirov dive ji qerebalixiyê dûr bimîn e. Piştî hatina malê yekser şûştin a destan, tiliyan bi sabûnê, di bin diherikê de, gelek gelek giring e. Dibe, ku ev yek biçûk bê dîtin, lê gelek muhim e, baştirîn xweprastin ji Vayrosê ye”.

Dr. Yildiz destnîşankir, ger mirovek metirsiya tûşbûnê hebe jî, baştir ew e, ku yekser bê-agahdarî dan neçe gel doctor. Baştir ew e, agahdarî bide, dem bigre weha biçe nik doktor an jî tîmên bizişkî werin gel wî/wê. Ji bo ku, parastinek ji bo hawîrdorê hebe.

Pisporê nexweşiyên vegirtinê Dr. Fikret Yildiz got, ku: “Xwarin û vexwarin jî, ji bo rêgiriya tûşbûnê gelek giring e. Hêşînahî, masî, xwarin, vexwarin muhim in. Bi taybetî goşt divê gelek baş were kelandin. Xwarina goştê xav ne baş e. Hêşînahî, fêkî berî xwarinê baş werin şûştin“.

Di derbarê kesên ji vayrosa Korona cane xwe jidest dayî de, Dr. Yildiz destnîşan kir, ku: “Zêdeyên wan kesên jiyana xwe jiber nexweşiya Korona jidest dayî, kesên bitemen in, yan jî, ji berê de nexweşiyek giran hebûn e. Wekî nexweşiyên astim, kezeb, ciger, dil – metirsî liser wan zêdetir e”.

 

Fly Erbil Advertisment