Peyama jinên penaber ji bo 8ê Adarê
Di 8ê Adarê de jinên penaber ên ku ji bo çuyîna Ewrûpayê xwe dane ser sînorê din ava Tirkiye û Yunanîstanê de bangê li serokê jin ên YE dikin da ku halê wan bibînin û deriyên asê li wan vekin.
K24 – Stenbol
Di 8ê Adarê de, jinên penaber ên ku ji bo çuyîna Ewrûpayê xwe dane ser sînorê di nava Tirkiye û Yunanîstanê de bangê li serokê jin ên YE dikin da ku halê wan bibînin û deriyên asê li pêş wan vekin.
Di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinên penaber ên ku bi hêviya çuyîna Ewrûpayê li sînorê Yewnanîstan û Tirkiyê bi cih bûne bo raya giştî ya cîhanê peyamê didin. Amîna Mecîd ji Îranê hatiye 8 mehî bi hemle û dixwaze biçe Ewrûpayê ji bo vê jî bangê li serokên jin ên welatên Yekiya Ewrûpayê dike.
Amîne Mecîd ji K24ê re got: "Ez jineke penaber im. Di şert û mercên dijwar de jiyana xwe berdewam dikim. Ez hêvîdarim di vê rojê hemû jin bibin yek. Banga min ya 8ê Adarê ji bo serokên jin ên Ewrûpayê re ev e ku bila halê me bibînnin û derî li me vekin da em ji vê felaketê rizgar bibin."
Merziye Behramî jî ev 2 sal in li Tirkiyê dijî û ji bajarê Sînopê haiye Edirneyê li ser banag rayedarên Tirkiyê. Ew jî ji bo roja jinan banga aştiyê dike hêviye hebûna avahiyekê dike ji bo ku jin karibin tê de stara xwe bikin.
Merziye Behramî dibêje: "Hêvîdar im ev roj bibe mebesta wê yekê ku li hemû cîhanê avahiyek hebe li ser serê jinan, wek me di binê baranê de li hewaya sar li derneve ranekevin. Hêvîdar hemû in bi aşitiyê bijîn li dûr şer."
Negîn Werdizîş jî ku salek berê ji Efxanîsanê derektiye û li Stenbolê bi cih bûye ji ber rewşa hejar ya ku di navê de ye nikare hêstirên xwe ragire û ji bo zarokên xwe dahatûyeke bi aram daxwaz dike.
Negîn Werdizîş wiha axivî: "Ez ji bo jinan başî û xweşiyê dixwazim. Jiyana me liv ir zor zehmete. Em nikarin vegerin Efxanîstanê jî bombe bi ser sere me de dibarin. Zarokên me liv an deran perişan bûne. Em dixwazin ji vê hejariyê rizgar bibin."
Jinên penaber ên ji hemû miletên cîhanê ku ji bo dahatûyeke aram û bê şer derketine rêwîtiya hêviyeke nû ber bi Ewrûpayê ve ji Edîrneyê yek daxwazê dikin ji bo roja 8ê Adarê. Dibêjin; bila Yunanîstan deriyên xwe veke Ewrûpa jî me qebûl bike.