Pispor: 10 rojên metirsîdar li pêşiya Tirkiyê ne

Ji ber vayrosa coronayê li Tirkiye û Bakur her diçe hejmara qurbanî û kesên ku bi vê nexweşînê dikevin zêdetir dibin.

K24 – Enqere

Ji ber vayrosa coronayê li Tirkiye û Bakur her diçe hejmara qurbanî û kesên ku bi vê nexweşînê dikevin zêdetir dibin. Li gorî statîstîkan Tirkiye di nav welatên cîhanî da ji alîyê tûşbûyên coronayê ve, piştî Brîtanyayê di rêza 7an da cîh digre. Ji loma jî pisporên tendurustîyê destnîşan dikin ku 10 rojên li pêşîya Tirkiyeyê gelekî hesas e. Her wiha li Tirkiyeyê hin sendîka û odeyên bijîşkî bi îdiaya xemsarîyê hikûmeta Tirkiyeyê rexne dikin. Li gorî Serokê Odeya Bijîşkan ya Enqereyê Dr.Vedat Bulut, Wezareta Tendurustîya Tirkiyeyê amarên rastîn eşkere nake.

Ji ber vayrosa coronayê li Tirkiye û bakur her diçe hejmara qurbanî û kesên ku bi vê nexweşînê dikevin zêdetir dibin. Li gorî amarên dawî, hejmara mirîyan ji 2 hezarî û hejmara pêketîyan jî ji 90 hezarî derbas kir û li gorî statîstîkan Tirkiye din av welatên cîhanî da ji alîyê tûşbûyên coronayê ve, piştî Brîtanyayê di rêza 7an da cîh digre. Wezîrê Tendurustîyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca û pisporên tendurustîyê jî bal dikşînin ser hesasbûna 10 rojên li pêşîya Tirkiyeyê ûdestnîşan dikin ku wê din ava 10 rojan da ev nexweşîn bigihîje asta herî bilind. Ji loma jî pispor dibêjin divê bi awayekî rêk û pêk welatî îzolasyona civakî pêk bîne û bergirîyên xwe bigre.

Serokê Odeya Bijîşkan ya Enqereyê Dr. Vedat Bulutê ku berîya mehekî pêşbînî kiribû ku wê heta serê meha Hezîranê hejmara nexweşan bigihîje 100 hezarî, dide zanîn ku di serî da hikûmet bergirîyên hewce negirt û nexweşî zêdetir belav bû.

Serokê Odeya Bijîşkan ya Enqereyê Dr. Vedat Bulut ji K24ê re got: "Min berê jî gotibû ku li Tirkiyeyê bi zêdebûna testan êdî hejmara nexweşan jî zêdetir dibin. Bêguman sedema evqas zû belavbûna vayrosê bêpandîya îzolasyona civakî ye. Her wiha hikûmet wek di mijara kesên ku ji umreye vegerîyan da xemsarî kir û tevdîrên hewce negirt. Wisa xuya ye ku 10 rojên li pêş me gelek hesas û metirsîdar e. Divê her kes pabend be û ji malên xwe dernekeve. Divê bergirî jî bêne zêdekirin."

Her wiha Bulut bal dikşîne ser statîstîk û amarên Wezareta Tendurustîyê ya Tirkiyeyê û radigihîne ku, ew wek odeya bijîşkî nagihîjin amarên rastîn, ji loma jî ew bi amarên wezaretê din av şik û gumanan da ne.

Dr. Vedat Bulut dibêje: "Berîya çend roja Rêxistina Tendurustîyê ya Cîhanî daxuyanîyek belav kiribû û dabû zanîn ku haletên li Tirkiyeyê li gorî standardên cîhanî nakeve sîstemê. Piştî wê ev çend roj in ku Wezareta Tendurustîyê li gorî kodên rastîn amaran qeyd dikin. Bi rastî li Tirkiyeyê pirsgirêka îstatîstikan heye. Hejmara nexweşan pir zêde ye, lê belê hejmara mirîyan kêm e. Ev jî rê li ber şik û gumanan vedike."

Li alîyê din ji ber heyama hesas ya li pêşîya Tirkiyeyê, hikûmet hin bergirîyên nû digre û cara sêyem e ku bo dawîya hefteyê li 31 bajaran qedexeya derketina derve radigihîne, lê belê berîya wî jî 2 rojan bi qismî derketina derve tê sînordakirin û welatî bes bo pêdivîyên xwe dikarin derkevin market û bazaran.