Di rojên Koronayê de welatî berê xwe didin masiyan

Ji ber bihabûna kîloya goştê sor welatiyan berê dane masiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku di proseya pandemiyê de Wezareta Daristan û Çandiyê ya Tirkiyê derbarê xwarina masiyan de kampaniyek da destpêkirin ji bo tendûrsitina saxiya mirovan di vê proseya Vayrosa Koronayê de û bi destpêkirina meha Remezanê welatiyan berê xwe dane masiyan.

Di rojên Vayrosa Korona û meha Remezanê de ji ber bihabûna kîloya goştê sor welatiyan berê dane masiyan. Li gorî masîfiroşan welatiyên di proseya pandemiyê de ku guh didin hişyariyan û li malê xwe dimînin piranî masiyan dikirin û tercîh dikin. Bi boçûna masîfroşan di serî de Somon û masiyên din dermanê vayrosa Coronayê ne bi taybet jî di vê meha Rijiya Remezanê de.

Piştî ku li Tirkiyê Vayrosa Koronayê peyda bû û herkesî berê xwe da xwarin û vexwarinên baş ên ji bo canê mirovan bi taybet ji bo tendûristiya xwe ku Wezareta Daristan û Çandiniyê ya Tirkiyê jî, ji bo xwarina masiyan kampaniyek daye destpêkeirin, masiyên wek Somon, levrek û Çûpra nayên peydakirin. Li gorî masîfiroşan welatî her van masiyan dixwazin û ji loma jî xelas dibin û kêm peyda dibin.

Kîloya masiyên Somon li ser dezgehêm masîfiroşan di nanbeyna 3- û 35 lîreyê Tirkiyê ye. Îstavrît 20, mezgît, 20 lewrek 30-35 û çupra jî ji 25 lîreyên Tirkiyê tên firotin. Kîloya goştê sor jî li bajarên mezin ên wek Stenbolê herî kêm 80ê lîre ye. Li gorî welatî û masîfiroşan eger bûhayê masiyan kêmtir bibe wê daxwaza bo masiyan jî hîn zêdetir dibe. Ji ber ku ew wisa bawer dikin ku masî li dijî Vayrosa Korona ji bo bi hêzbûna can û saxiya mirovan goştê herî bi tendurist e.