Wezîrên nû yên Îraqê kîne?
Parlemntoya Iraqê bi amadebûna Serok wezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û bi Serokatiya Mihmed Helbûsî civiya
K24- Bexda
Parlemntoya Iraqê bi amadebûna Serok wezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û bi Serokatiya Mihmed Helbûsî civiya
Nûçegihanê Kurdistan 24 li Bexda ragehand , kandîdê her heft wezaretan di kabîneya Mistefa Kazimî ji aliyê parlemntoyê ve bi amadebûna 280 parlemnteran bawerî wergirtin.
Kandîdên wezaretan jî ku bawerî wergirtin bi vî awayî ne.
Fûad Hisên , Wezîrê derve
Ihsan Ebdilcebar , Wezîrê neftê
Salar Ebdilsetar , Wezîrê Dadê
Ivan Faîq , Wezîrê koç û koçberan.
Ala Ehmed , Wezîrê bazirganî.
Mihemed Kerîm , Wezîrê çandiniyê.
Hesen Nazim , Wezîrê rewşenbîrî û geştûgûzarê.
Kabîneya Mistefa Kazimî di 7ê meha bûrî de, ji aliyê parlemntoyê ve bawerî wergirtbû.
Hevdem di twîtekê de Serokwezîrên Iraqê spasiya encûmena nûneran kir û ragehand , gelê me li benda gavan e, ne tenê axaftinê.
herweha parlemntoya Iraqê , Serok wezîr serpişk kir, da ku wezîrê dewletê bide, bi pêkhateya Tirkmanî.