Tirkiye û Rûsya kirîna beşa duwem a mûşekên S-400 gotûbêj dikin
Kirîna mûşekên S400an ji Rûsyayê, ku di navbera Tirkiye û Emerîkayê de bû bû cihê rageşiyên mezin, dîsa di rojevê de ye. Ligel ku hêj beşa yekem a s-400an ku Rûsyayê radestî Tirkiyeyê kir, nehatiye çalak kirin, egera sîparîşa duyem a mûşekên s-400an tê nîqaş kirin.
K24- Enqere
Kirîna mûşekên S400an ji Rûsyayê, ku di navbera Tirkiye û Emerîkayê de bû bû cihê rageşiyên mezin, dîsa di rojevê de ye. Ligel ku hêj beşa yekem a s-400an ku Rûsyayê radestî Tirkiyeyê kir, nehatiye çalak kirin, egera sîparîşa duyem a mûşekên s-400an tê nîqaş kirin.
Mûşekên S-400an ku Tirkiyeyê par ji Rûsyayê kiribû û ev yek di navbera Tirkiye û Emerîkayê de bûbu cihê rageşiyên mezin her çiqas ji ber metirsiya vayrosa Koronayê bi paş ketibe jî piştî daxuyaniya rayêdarekî Rûsî ku got; kirîna beşa duyem ya mûşekên s-400an ji aliyê Tirkiyeyê ve di rojeva wan de ye dîsa tê nîqaş kirin. Balyozê Rûsyayê yê Enqerê Aleksey Yerhov jî ragihand ku, wan mûşek bo Tirkiyeyê firotine û êdî Tirkiye xwediyê van mûşekan e û çi bixwaze dikare wê bike. Niha jî tê meraq kirin ku gelo dê Tirkiye sîparîşa duyem a s-400an bide yan na?
Akademîsyen Prof. Dr. Haydar Çakmak jî amaje dike Tirkiye hêj beşa yekem a mûşekên s-400an çalak nekiriye ku sîparîşa duyem ya mûşekên S-400an bide.
Prof.Dr.Haydar Çakmak - Akademîsyen – got: " Di kirîna mûşekên s-400an de du armancên sereke yên Tirkiyeyê hebun. Yek; bo veguhestina teknolojiyê ya duduyan jî ji ber ku ev sîstem niha sîstema herî baş a parastinê ye. Hukumet bi kirîna van mûşekan tiştekî baş kir. Lê mijara çalakkirina van mûşekan de em bi fikar bûn. Tirkiye endamekî NATOyê ye û ev mûşek ne entegreyî sîstema NATOyê ne, çalakkirina van jî ne karekî hêsan e. Ji ber vê jî Tirkiye heta beşa yekem a s-400an çalak neke, bawer nakim bikaribe sîparîşa beşeke din bide."
Ji aliyekî din Serokê Parastin û Pişesaziya Tirkiyeyê Îsmaîl Demîr jî ser daxuyaniyê balyozê Rûsî daxuyand sîstemek bo bikaranîne tê wergirtin. Demîr got bo qonaxa duyem a mûşekên s-400an de jî bi Rûsyayê re di warê prensîban de rêkeftinek heye.
Li gorî pisporê ewlehiyê Mîthat Işik jî sîparîşa duyem di eslê xwe de berdewamiya rêkeftina navbera Tirkiye û Rûsyayê de ye ku beriya niha hatiye kirin.
Mîthat Işik - Pisporê Ewlehiyêyê SDÊ- got:"Hin fikarên Tirkiyeyê hebûn û di çarçoveya rêkeftina navbera Tirkiye û Rûsyayê de, Rûsyayê hin mûşekên s-400an radestî Tirkiyeyê kirin. Her çiqas hemû xalên vê rêkeftinê nehatibin eşkere kirin jî beşa duyem jî berdewamiya beşa yekam a sîstema mûşekên s-400an e. Bi baweriya min jî dê Tirkiye wan mûşekên mayî jî bistîne. Piştî vê yekê jî êdî di înîsiyatîfa Tirkiyeyê de ye ku van mûşekan çalak bike yan na."
Di çarçoveya proseya radestîkirina mûşekên s-400an de beşa yekem bo Tirkiyeyê di 12ê Tirmeha sala 2019an de, beşa duyem jî di meha Îlonê hatibu radestî kirin. Herwiha dihat çaverekirin ku di meha Nîsanê de bên çalakkirin lê belê hat ragihandin ku ji ber şewba vayrosa Koronayê heta demeke nediyar hatiye paşxistin.