Li Îraqê 1,146 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên tûşbûna Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên tûşbûna Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
Li gor ragehandineka Wezareta Tenduristîya Îraqê, di dema 24 demjimêrên burî de, pişkinîna pizîşkî bo 7,835 gumalêkirîyan hatîye encamdan û tûşbûna 1,146 kesên din hate piştrastkirin.
Wek di wê ragehandinê de hatîye, di şevek û rojekê de, 34 kesên din jî bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane.
Hevdem 383 haletên başbûnê jî hatîye ragehandin.
Heya niha li seranserî Îraqê 15,414 haletên tûbûnê hatine tomarkirin ji evê hejmareyê 426 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane û 6,214 kes jî bi temamî baş bûn e. 7,774 kes jî li nexweşxaneyan di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. ji evê hejmareyê jî, 88 kesan bi sedema ne cêgîrîya rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya çir de ne.