Însiyatîfa heq rapora ''lêgerîn û lêpirsînê'' belav kir
Li Tirkîyeyê di heyama rewşa awarte OHALê da ji bo kesên ku dixwazin bibin karmendê dewletê sepandina lêpirsîna ewlehîyê hebû. Lê belê ev sepandin sala par ji alîyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû betalkirin.
K24- Enqere
Li Tirkîyeyê di heyama rewşa awarte OHALê da ji bo kesên ku dixwazin bibin karmendê dewletê sepandina lêpirsîna ewlehîyê hebû. Lê belê ev sepandin sala par ji alîyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû betalkirin. Komeleya mafên mirovan Înîsîyatîfa Heq jî li ser vê sepandinê li gel biryarên dadgehê raporekê amade kir û bi raya giştî ra belav kir. Koordînatorê raporê Şahîn Gurçay bo K24ê axivî û got, ev sepandin bi xwe ra gelek neheqî, mexdûrîyet û miameleya kêfî anîye û divê derhal mafên mexdûrkirî bêne vegerandin.
Komeleya mafên mirovan Înîsîyatîfa Heq ku navend Enqere ye û çend şaxên wê jî li bakur hene, derbarê sepandina lêpirsîna ewlehîyê û lêkolînên arşîvê da raporekê 18 rûpelî ya bi navê, "Rapora Lêgerîn û Lêpirsînê ya Derbarê Binpêkirinên Maf da ku ji ber Lêpirsîna Ewlehîyê û Lêkolîna Arşîvê rûdaye" belav kir. Di rapora Înîsîyatîfa Heq da ku di çarçoveya 39 biryarên dadgehê da hatîye amadekirin, cîh dide kesên ku di têketina karûbarên dewletê da ji ber lêpirsîna ewlehîyê rastî neheqîyan hatiye. Her wiha rapor di heyameke wisa da hate parvekirin ku hikûmeta Tirkîyeyê bi projeyasayeke hewl dide "sepandina lêpirsîna ewlehîyê û lêkolîna arşîvê" ji bo kesên ku dixwazin bibin karmend bike wek şert û merceke yasayî.
Endamê Rêveberîya Navendî ya Înîsîyatîfa Heq û Koordînatorê raporê Şahîn Gurçay dibêje, ev sepandin ji gelek alîyan ve bi xwe ra neheqî, mexdûrîyet û kiryarîyên kêfî anîye, ji loma jî divê derhal ev sepandina ku rê li ber sûîstîmala rayedar û burokratên xwedî erk vedike bi temamî ji holê bê rakirin û her wiha kesên ku bûne mexdûr jî divê mafê wan li wan bê vegerandin.
Şahîn Gurçay- Koordînatorê Raporê- got:-"Di çarçoveya vê sepandinê da, gelek maf û prensîbên wek beşdarîya wezîfeyên kamûyê, qerîneya mesûmîyetê, takekesîbûna sûc û cizayê hatine binpêkirin. Me di vê rapora xwe da cih da 39 biryarên dadgehan. Li gorî van daneyan ji wan biryaran, 22 jê lêpirsîna ewlehîyê, 16 jê lêkolşna arşîvê û yek ji wan jî him lêpirsîna ewlehîyê û him jî lêkolîna arşîvê ye. Û sûc jî wek sûcên adî û terorî hatine pênasekirin. Jixwe dema li dijî kesekî da lêpirsîneke hatibe kirin ev yek bi serê xwe dibe wek rêbazekê cizakirinê."
Li Tirkîye û bakur di heyama rewşa awarte OHALê da gelek xort û ciwanên Kurd ku ji zanîngehan derçûbûn, piştî biserketina ezmûna têketina karên dewletê KPSSê û
mulaqatê jî ji ber ku navên wan Kurdî ne, an di heyama xwendekarîyê da beşdarî çalakîyên xebatên sîvîl û sîyasî bûne, an li ser sosyal medyayê parvekirinên sîyasî û Kurdî kirine di sepandina lêpirsîna ewlehîyê û lêkolîna arşîvê da bi hinceta ku ew têkildarê rêxistinên terorî ne nikaribûn bûbûna memûr Li gorî Koordînatorê raporê Gurçay, bi vê sepandinê prensîbên wekhevî û qedexeya cudakarîyê ya Makezagonê jî hatîye binpêkirin.
Şahîn Gurçay- Koordînatorê Raporê got:-"Bi vê sepandinê prensîbên wekhevî û qedexeya cudakarîyê ya Makezagonê jî hatîye binpêkirin. Ji alîyê amîr û berpirsyarên sazîya fermî ve wek kiryarîyeke kêfî hatîye bikaranîn û hêj li hin cihan kesên ku mafê karmendîyê bidest xistine nebûne karmend jî. Niha hikûmet dixwaze vê şertê bike yasa, lê belê ev yek wê bi xwe ra gelek binpêkirinên maf û mexdûrîyetan bîne û li sazîyên dewletê li dijî karmendan rêya miameleya kêfî bîne. Em wek Komeleya Înîsîyatîfa Heq şopdarê vê pêvaoyê ne."
Lêpirsîna ewlehîyê bes ji bo hêzên ewlekarîya Tirkîyeyê wek şertekî têketina karên dewletê bû, lê belê piştî hewla derbeya 15ê Tîrmeha 2016an, bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê KHK ya 3yê Cotmeha 2016an ji bo hemû karmendên kamûyê bûbû şertekî mecbûrî. Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkîyeyê di 24ê Tîrmeha 2019an da vê sepandinê ji ber hinceta ku dibne sedema binpêkirinên heq beta kiribû. Niha jî hikûmet dixwaze vê sepandinê ji bo hemû kesên ku bikevin akrên dewletê bixe şert û mercekî yasayî, lê belê mixalefet jî ji ber metirsîya fîşkirin û rêlibergirtina kesên mixalîf bi tundî li dijî projeyasayê derdikeve.