Li Tirkiyê 19 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 172 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 186 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 203 hezar û 456 kes bi Koronayê ketine.
Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî, niha 1 hezar û 82 nexweş di yekîneyên lênêrîna awarte de ne û 178 hezar û 278 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
S. B