Tirkiye derbarê êrîşên li ser sînor bersiva hikûmeta Iraqê dide
Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva nerazîbûna hikûmeta Iraqê derbarê êrîşên li ser navçeyên sînorî dide û radigihîne: “Bersiva her cure êrîş li ser sînorê me didin”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva nerazîbûna hikûmeta Iraqê derbarê êrîşên li ser navçeyên sînorî dide û radigihîne: “Bersiva her cure êrîş li ser sînorê me didin”.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiye Hami Aksoy ragihand, di çarçova mafê parastina sînorê xwe, bersiva her cure êrîşeke çekdarî li ser sînor didin û berevaniyê li sînorên xwe dikin.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê radigihîne jî, nabe hikûmeta Iraqê rê bide PKK xaka Iraqê ji bo dijayetiya Tirkiyê bikar bîne. Herwiha dibêje, ew amade ne li dijî PKKê hevahengiyê bi hikûmeta Iraqê re bikin.
Pêştir hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe li dijî operasyonên Tirkiyê li nevçeyên sînorî derbirîbû. Peyvdarê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Hesaf ragihandibû, ji bo rawestandina êrîşên esmanî û belavkirina artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî, dikarin serî li Encûmena Asayişa Navdewletî bikin û daxwaza girêdana civîneke bilez bikin.
Amaje bi wê jî da, heger Tirkiye bi êrîş û bomebarankirinên xwe berdewam be, ew dikarin pêdaçûnê bi pêwendiyên bazirganiyê bi Enqere re bikin.
S. B