Li Tirkiyê 9 kesên din Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 148 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 225 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 205 hezar û  758 kes bi Koronayê ketine.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê derbarê daneyên dawîn diyar kir, di 3 rojên dawîn de herî zêde hejmara pêketiyan li Stenbol, Enqere, Dîlok, Konya, Bûrsa û Diyarbekirê zêde bû.

 

S. B