Li Tirkiyê 19 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê 19 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 53 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 260 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 207 hezar û 879 kes bi Koronayê ketine.
Pêr jî Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê derbarê daneyên dawîn diyar kiribû, di 3 rojên dawîn de herî zêde hejmara pêketiyan li Stenbol, Enqere, Dîlok, Konya, Bûrsa û Diyarbekirê zêde bû.
S. B