li Tirkiyê 22 kesên din canê xwe jidest dan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 22 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 22 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 22 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 41 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 282 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 208 hezar û  939 kes bi Koronayê ketine.

 

S. B