Tirkiye: MÎTê jineke û 4 zarokên wê ji kampa Holê revandin
Hewalgîriya Tirkiyê (MÎT) ragihand, wan jineke Moldoviya û 4 zarokên wê ji kampa Holê ya li Hesekê revand û ew jin û zarok gihîştin Moldoviyayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hewalgîriya Tirkiyê (MÎT) ragihand, wan jineke Moldoviya û 4 zarokên wê ji kampa Holê ya li Hesekê revandin û ew jin û zarok gihîştin Moldoviyayê.
Ajansa “Anadolu” belav kir, Natalîa Barkala welatiya Moldovayê di sala 2013yan da tevî mêrê xwe yê ji Sûriyê û zarokên xwe ji bo bazirganiyê çûye Sûriyê û piştre ji aliyê YPGê ve tê girtin û li wê dixin Kampa Holê.
Wê ajansê da zanîn, “Piştî ku hikûmeta Moldovayê ji Tirkiyê alîkarî xwest ji bo Natalîa Barkalê û zarokên wê rizgar bike, MÎTê li herêmê operasyon da destpêkirin.
Diyar kir jî: “MÎTê tora îstixbarata herêmî kir dewrê û tesbît kir ku Barkal û 4 zarokên wê 23 rojan li Minbicê di girtîgehê da mane û piştre bo Kampa Holê hatiye veguhastin”.
Amaje bi wê jî da, endamên MÎTê karîn bi Natalîa Barkala ketin pêwendiyê û piştre karîn roja 6ê Hezîranê birevînin û wê derbasî Girê Sipî yê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatiye dagîrkirin bikin. Piştre jî bo Moldovyayê hat veguhastin û ji aliyê Serokê Moldovyayê ve pêşwazî lê hate kirin.
Heta niha ji aliyê rêveberiya kampa Holê, HSD û Rêveberiya Xweser derbarê vê nûçeyê de ti daxuyanî nedaye.
S. B