Erdogan: Li Suriyê dimînin
Serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan ragehand, Supayê Tirkiyê li Sûriya dimîne, heya wê dema gelê Suriya digehe azadîyê
K24- Hewlêr
Serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan ragehand, Supayê Tirkiyê li Sûriya dimîne, heya wê dema gelê Suriya digehe azadîyê.
Evro Sêşembîyê 21ê Tîrmeha 2020ê serokê Tirkiyê di gotarekê de, ku li Enqere pêşkeş kir, behsa piroseya helbijartina giştî li Sûriya kir û got: Niha helbijartin birve diçe, ewan navê wê kirrîye helbijartin!
Got jî: Heya wê dema gelê Sûriya digehe azadîyê, aştî û akincîyê, em di wî welatî de dimînin.
Erdoganî rexne li welatan jî girt, ku bangeşeya wê yekê dikin ku di demikratîyê de pêşkevtine û got: Ew bêdengin li beranber naçarkirina hevwelatîyên Sûriyê daku biçin ser sindûqên dengdanê.
Berê jî, Welîd Mûelim, wezîrê derve yê Sûriya di dema dengdanê û pişikdarîyê de li helbijartinên giştî yên welatê xwe ragehandibû, gelê Sûriya rijte li ser rizgarkirina axa xwe û dawî hînanê bi vemana nayasayî û narewayane ya hêzên bîyanî û ev helbijartin jî tekez dike, ku pêvajûya demokratîyê li Sûriyê dê serkeve.