Li Tirkiyê 17 pêketinên Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 937 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 580 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 224 hezar û 252 kes bi Koronayê ketine.
Diyar kir jî, bi başbûna 1 hezar û 9 kesan, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 207 hezar û 374 kesan.
Pêştir Wezîrê Tendirustiyê diyar kiribû herî zêde rêjeya pêketina bi Koronayê li Stenbol, Riha, Enqere, Dîlok û Konyayê zêde ye.
Herwiha duhî jî Odeya Bijîşkên Diyarbekirê mirina kesan 2 pêketiyên Koronayê ragihandibû û diyar kir bû, li nexweşxaneyên Diyarbekirê cih ji bo nexweşên nû nemaye.
S. B