CHP serokekî nû hildibijêre
Partiya Gel ya Komarî (CHP) îro û sibe 37emîn kongreya xwe ya bi diruşma “Ber bi desthilatê ve” li Enqerê girê dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Gel ya Komarî (CHP) îro û sibe 37emîn kongreya xwe ya bi diruşma “Ber bi desthilatê ve” li Enqerê girê dide.
Di kongreya CHPê de îro serokekî nû dê were hilbijartin, sibe jî endamên Encûmena Partiyê dê werin hilbiharin.
Ligel serokê niha yê CHPê Kemal Kiriçdaroglu, Aytug Atici, Ilhan Cihaner û Kurultay û Tolga Yarman ji bo serokatiya wê partiyê kandîd in.
Li gor peyrewa navxwe ya CHPê, ji bo kesek bikare bibe kandîdê serokê wê partiyê, divê pêştir 70 îmzeyên endaman kom bike
Di kongerya CHPê de 1356 endam beşdar dibin û mafên wan ên dengdanê hene.
CHP sala 1923an li ser destê Mustefa Kemal Ataturk hatibû damezirandin. Niha jî li Parlemana Tirkiyê xwediyê 138 kursiyan e.
S. B