Li Tirkiyê 16 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 16 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 16 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 921 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 596 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 225 hezar û 173 kes bi Koronayê ketine û hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne jî gihişt 208 hezar û 477 kesan.
Pêştir Wezîrê Tendirustiyê diyar kiribû herî zêde rêjeya pêketina bi Koronayê li Stenbol, Riha, Enqere, Dîlok û Konyayê zêde ye.
S. B